Derbarê Gulser Yildirim de dozeke nû hat vekirin 2022-02-18 14:51:15 MÊRDÎN - Doza derbarê parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê ya berê Gulser Yildirim de hatiye vekirin bi dosyaya doza beriya niha jê dihat darizandin re kirin yek.    15’emîn rûniştina doza Parlamentera Berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrdînê Gulser Yildirim a têkildarî fezlekeyên ku bi hinceta axaftinên di navbera salên 2012-2016'an de kiribûn derbarê wê de hatibû amadekirin li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê hat dîtin. Yildirim, ji Girtîgeha Jinan a Kandirayê bi SEGBÎS’ê tevlî danişînê bû. Malbat û parêzerên Yildirim jî li danişînê amade bûn.    Di danişînê de hat diyarkirin ku derbarê Yildirim de ji ber axaftinên di sala 2015’an de li navçeya Nisêbînê kirine dozeke nû hatiye vekirin û bi dosyayeke wê re kirine yek. Hat xwestin ku Yildirim têkildarî doza bi îdiaya “Muxalefeta li dijî qanûna xwepêşandanê” û “Heqaret li Komara Tirkiyeyê û organên wê kirine” hatiye vekirin, parastina xwe bike. Yildirim xwest ku metne axaftina wê bigihînin ber destê wê û daxwaza dema zêde kir. Dû re parêzerên Yildirim, Erdal Kûzû û Azad Yildirim parastin kirin.    Dozgeriyê xwest ku biryara temamkirina kêmasiyan were dayîn.  Yildirim a careke din mafê axaftinê girt diyar kir ku wêneyên ji wê re haitne şandin reş derketine û nayên fêm kirin. Yildirim, xwest ku wêneyên wê yên zelal ji wê re bên şandin û wiha got: “Ez çi axivîbim jî weke parlamentera vî gelî rastî bi lêv kirin. Darizandina tê kirin jî siyasî ye. Piştî parastina xwe di berçavan de derbas kir ez ê parastina xwe bikim.”   Dadgehê biryar da ku kêmasî bên temamkirin, mînakeke dosyayê ji Yildirim re were şandin û danişîn taloqî 26’ê Gulanê kirin.