Li Amedê 6 partiyan bi hev re zema ceyranê şermezar kir 2022-02-18 16:38:28   AMED - Li navçeya Farqînê, rêxistinên HDP, DBP, CHP, DEVA, Partiya Pêşerojê û ÎYÎ Partiyê yên navçeyê bi hev re bertek nîşanî zemên ceyranê dan.    Li bajar û navçeyên bakurê Kurdistanê, bertekên li dijî zemên zêde yên ceyranê berdewam dikin. Li navçeya Farqînê ya Amedê, rêxistinên CHP, DEVA, Partiya Pêşerojê û ÎYÎ Partiyê yên navçeyê bi pêşengiya rêxistinên HDP û DBP'ê yên navçeyê hatin gelhev û bi daxuyaniyeke hevpar zemên zêde yên ceyranê şermezar kirin. Partiyên muxalefetê li ber Qaymeqamiya Farqînê li hev civiyan û li ser navê hevserok, serok û rêveberên partiyan Hevserokê HDP'a Navçeya Farqînê Şenol Çapan, daxuyaniya hevpar ku hatibû amadekirin xwend.    PITIK YÛNÛS EMRE BI BÎR XIST   Hevserok Şenol Çapan, beriya ku dest bi axaftina xwe bike bertek nîşanî bi cihbûna polisan a li ser avahiya Qaymeqamiyê da û diyar kir ku ew ji bo berjewendiyên hemû gelên Tirkiyeyê û Farqînê hatine gelhev. Çapan, mirina pitikê bi navê Yûnûs Emre ku li navçeyê ji ber birîna ceyranê ji sermana jiyana xwe ji dest dabû bi bîr xist û wiha got: "Em dixwazin ku li her tax, kuçe û kolanê gel li mafê xwe xwedî derkeve. Ji bo gel em neçar in ku peywirên xwe bi cih bînin. Zema ceyranê ji bo zêdekirina qezenca şîrketên taybet e. Dîsa zemên hatine ser gaza siruştî, benzîn, mazot, gaza otomobîlan û xurekan jî. Bihabûnê êdî mirovan ji canê wan aciz kiriye. Di van rojên sar de em polîtîkaya we ya ji ber nedayîna fatoreyên zêde birîna ceyran, gaz û avê îtîraz dikin û dixwazin deng bidin dengê gel. Em dixwazin zemên hatine kirin bên vekişandin."    'BI BIRÇÎBÛNÊ GEF LI MIROVAN DIXWIN'   Di berdewamê de Çapan, destnîşan kir ku li Farqînê, bi birçîbûnê gef li mirovan dixwin û ev tişt anîn ziman: "Daxuyaniya ku tê dayîn hemû beşên gel dihewîne. Weke hûn jî dibînin li derdora me hêzên ewlehiyê hene. Me anîne rewşeke wisa ku herkesê li vir dizane Tirkiye bi çeteyên mafyayî tê birêvebirin.   BAL KIŞANDI SER HIŞBIRE JÎ   Çapan, bal kişand ser ser bikaranîna hişbirê ya li navçeye û derbarê mijarê de ev tişt gotin: "Li Farqînê li aliyekê ev tişt pêk tên, li aliyê din jî bazirganiya hişbirê tê kirin. Me gelek caran bi rêxistinên sivîl û partiyên siyasî re vê derbarê de hevdîtinan kir. Lê ji aliyê desthilatê ve jibo ciwanê me tu xebat nehate kirin. Em dixwazin ji bo zêdebûna tiryakê li Nexweşxaneya Dewletê ya Farqînê navenda rehabîlîtasyonê bê vekirin. Em dixwazin êdî li vir gavên şênber bên avêtin. Em tev bi hev re destê xwe bikin bin kevir. Li kîjan taxê, li kîjan avahiyê û li kîjan dikanê hişbirê tê firotin gelê Farqînê tev dizane. Bi motosîkletan servîsên hişbirê tên kirin. Dema ku em vê tînin ziman dibêjin "îxbar" dikin. Em ê giliya kê li kê bikin? Li her derê mobese hene û diyar e ku kê çi dike. Daxwaza me ji gelê Farqînê ew e ku em tev dest bidine hev û kesên ku jehrê li nav me belav dikin teşhîr bikin û dawî li vê bînin."   di dawiya axaftina xwe de Çapan, êrişa ku li navçeya Yuregîr a Edenê li dijî avahiya partiya wan pêk hatibû jî şermezar kir.    Piştî daxuyaniya hat dayîn hevserok, serok û endamên hemû partiyan çalakiya rûniştinê pêk anîn û çalakiya bi çepikan bi dawî kirin.