Êrişên li ser HDP’ê hatin protestokirin 2022-02-18 16:41:50   NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo şermezarkirina êrişa li dijî avahiya HDP’a Yuregîrê, bi beşdariya gelek kesan li Dêrsim, Şirnex û Antalyayê çalakiyên protestoyî hatin kirin.    Li dijî avahiya Rêxistina Bajêr a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Yuregîrê bi çekan û madeyên teqemeniyê êriş hatibû kirin. Êrişa li dijî HDP’ê li Dêrsim, Şirnex û Antalyayê hat protestokirin.    DÊRSIM   Têkildarî mijarê Rêxistina Bajêr a HDP’ê ya Dêrsimê li Kolana Hunerê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de pankarta “Em êrişên faşîst lanet dikin” hatibû vekirin û dirûşmên “Zext, nikarin me têk bibin”, “HDP gel e, gel li vir e” hatin berzkirin. Hêzên Ked û Demokrasiyê jî piştgirî dan daxuyaniyê. Di daxuyaniyê de Hevserokê HDP’a Dêrsimê Ferhat Yildiz axivî. Yildiz, da zanîn ku partiya wan bi salane rastî êrişên bi vî rengî tên û dê serî li ber van êrişan netewînin.   Hevseroka HDP’a Dêrsimê Nazli Çelîk Oz jî diyar kir ku AKP-MHP her tim partiya wan weke hedef nîşan didin û êrişa hatiye kirin jî parçeyeke vî zimanê dijminane ye. Oz, got ku dê têkoşîna xwe mezintir bikin.    ŞIRNEX   Rêxistinên HDP’ê yên Şirnex û navçeyên wê jî êriş protesto kir. Têkildarî mijarê li pêşiya avahiya partiyê daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de li gel parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş, her wiha rêveberên navçe û bajêr ên HDP’ê û gelek kesên din jî amade bûn. Hevserokê HDP’a Şirnexê Selahattîn Denîz diyar kir ku hedefgirtina partiya wan, encama hedefnîşandana AKP-MHP’ê ye.  Parlamenter Hasan Ozguneş jî da zanîn ku vê zîhniyeta êrişkar, gelek caran xwe bi darbe, komkujî û cînayetên kiryarnediyar ve nîşan daye. Ozguneş da zanîn ku ev êriş, berhema zîhniyeta nîjadperest û olperest e.    Daxuyanî bi dirûşmên “Zext, nikarin me têk bibin” û “HDP hêvî ye, HDP li ser pêya ne” bi dawî bû.    ANTALYA    Rêxistina Bajar a HDP’ê ya Antalyayê jî li pêşiya avahiya xwe daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “HDP hêvî ye û tu êriş nikarin me têk bibin” hatibû vekirin. Di daxuyaniyê de gelek endamên partiyê û parlamenterê HDP’ê yê Antalyayê Kemal Bulbul jî amade bû. Daxuyanî ji hêla Hevserokê HDP’a Antalyayê Muhsîn Taşan ve hat xwendin. Taşan, bertek nîşanî zext û êrişên heyî da û banga têkoşîna hevpar kir.    Parlamenter Kemal Bulbul jî destnîşan kir ku ev êriş, bi destê hikûmet û dewletê ve tên kirin. Bilbil, axaftina xwe wiha qedand: “Di salên 90’î de mirov li kolanan bi awayekî kiryarnediyar dihatin qetilkirin. Kiryar ne diyar bû lê kiryar dihat zanîn. Niha jî faîl dikevin avahiyan û komkujiyan dikin. Di êrişa Îzmîrê de jî diyar bû ku ev kes ji hêla dewletê ve tên parastin. HDP, rûmeta Tirkiyeyê ye. Dibêje em ê HDP’ê bigirin. Erê baş e tu kî yî ku dê HDP’ê bigirî? Dê çawa bigirî? HDP, ne dikan lê nifteya demokrasiya Tirkiyeyê ye. Em ê bi wê nifteyê pêşî li demokrasiyê vekin û faşîzmê bigirin.”