ROJEVA 19'Ê SIBATA 2022'YAN 2022-02-19 09:00:54 * Zimanzan Samî Tan anî ziman ku parastina ziman peywireke wîcdanî ye û wiha got: "Mirov bi zimanê xwe azad û keyfxweş e. Berhemê xwe divê em bi kurdî bidîn, xebatê xwe bi kurdî bikin. Bi vî awayî em dikarin bibin xwe û azad bibin." * Mezopotamya û Anatoliyê ji şarastaniyên cuda re mazûvaniyê kiriye û li ser van her du erdnîgariyan ji ber sepandina asîmîlasyonê Tirkiye veguherî goristana zimanan. Gelên li Tirkiyê dijîn xwestin zextên li ser ziman bi dawî bibin û mafên xwe yên perwerdehiya bi zimanê zikmakî xwestin.    * Li Rihayê di pîrozbahiya Newrozê ya 10 sal berê de hin parêzeran bi îşkence û tahdeya polîsan re rû bi rû mabûn. Lêpirsîna derbarê vê tahdeyê de, çendî AYM'ê biryara "binpêkirina mafan" dabû jî, veneguherî dozê. Lê belê bi gilîkirina polîsan re derbarê parêzeran de doz hatibû vekirin û di vê dozê de tê xwestin ku 3 parêzer bên cezakirin.    *  Kazim Tîmûr, bavê girtî Botan Tîmûr ku nêzî 2 meh û nîv in li Baroya Wanê di "Nobeda Edaletê" de ye, diyar kir ku heya ku kurê wî bi awayekî adil neyê darizandin û girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatine şewitandin neyên berdan dê çalakiya wan bidome.    * Dengbêj Mihemedê Zaza û Mistefa Botî derbare 21’ê Sibatê de axivîn û gotin ku ew bi kilamên xwe li diijî qedexeyên li ser zimanê kurdî li ber xwe didin.    * Li Bismilê li dikandar Hamdûllah Canê ku saeta wî ya ceryanê xerabe ye, bi hinceta "ceryana qaçax" 20 hezar TL ceza hatiye birîn.   * Welatiyên ku bi hêviya berên erzan bikirin diçin bazaran, an destvala vedigerin malê an jî tiştên dixwazin bikirin tenê nîvî jê dikirin. Esnaf jî ji ber ku tiştek ji wan re namîne bi gilî û gazinc in.   * Girtî Marûf Denîz ku di Girtîgeha Tarsûsê de ye, nameyek ji ajansa me re şand û di nameya xwe de binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ragihandin.    * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar wê di roja 348'emîn de berdewam bike.   * Meclîsa Jinan a HDP'a Edeneyê dê têkildarî Semra Guzel li Parka Înonu daxuyanî bide. (11.00)   * Xizmên Windayan û şaxên ÎHD'ê yên Amed, Êlihê û Îzmîrê dê çalakiya "Bila winda bên dîtin û kujer werin darizandin" berdewam bikin. (12.00)   * Dayikên Şemiyê wê di hefteya 882'yemîn de li aqûbeta windayan bipirsin. (12.00)   * Di çarçoveya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê dê li Amed û Mêrsînê çalakî werin lidarxistin. (12.30-19.00)   * Şaxa OHD'a Mêrsînê dê kongreya xwe duyemîn li Eywana Kontreyê Şaredariya Mêrsînê li dar bixe. (14.30)   * TJA dê li Baroya Êlihê panelek li ser tecrîdê û binpêkirinên mafan ên li hepsan bi rê ve bibe. (13.00)   Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan ên li Amed, Wan û Îzmîrê dê berdewam bike. (13.00-16.00)   * Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî dê li ÎHD'a Enqereyê wê di hefteya 388’emîn balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş.    * ÎHD'a Stenbolê dê di hefteya 517'emîn de çalakiya "Rûniştina F" li ber avahiya xwe li dar bixe. (13.30)   *