Dadgeha herêmî guh li biryara AYM'ê nake! 2022-02-19 09:13:13 RIHA - Li Rihayê di pîrozbahiya Newrozê ya 10 sal berê de hin parêzeran bi îşkence û tahdeya polîsan re rû bi rû mabûn. Lêpirsîna derbarê vê tahdeyê de, çendî AYM'ê biryara "binpêkirina mafan" dabû jî, veneguherî dozê. Lê belê bi gilîkirina polîsan re derbarê parêzeran de doz hatibû vekirin û di vê dozê de tê xwestin ku 3 parêzer bên cezakirin.  Li Rihayê di Newroza 2012'an de polîsan parêzer Hidayet Enmek, Eyûp Sabrî Tînaş û Mehmet Emîn Ûygûner binçav kiribûn û ew îşkence kiribûn. Piştî vê parêzeran bi sûcê "îşkence û tahdeyê" giliyê polîsan kiribû. Polîsan jî bi îdiaya "heqaret li karmendên dewletê kirine" û "nehiştine karmendên dewletê karê xwe bikin" giliyê parêzeran kiribû.    BIRYARA AYM'Ê    Dozgeriyê derbarê giliya parêzeran de biryara "neşopandinê" dabû. Piştî vê parêzeran serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) dabû. AYM'ê jî biryara "binpêkirina mafan" dabû û biryara xwe ji Serdozgeriya Komarê ya Rihayê re şandibû. Lê dosyeya lêpirsînê ji sala 2016'an heya niha veneguheriye dozê.    Piştî biryara AYM'ê, di sala 2016'an de jî polîsan giliyê parêzeran kiribû û doz li parêzeran hatibû vekirin. Dadgeha Cezayê Giran a 4'an a Rihayê jî îdianame qebûl kiribû. Di îdianameyê de tê xwestin ku bi îdiaya "heqaret li karmendên dewletê kirine" û "nehiştine karmendên dewletê karê xwe bikin" ceza li parêzeran bê birîn.    Danişîna 20'an a vê dozê dê di 24'ê Sibatê de bê li darxistin. Parêzer Alî Arslan doza heyî nirxand.    DELÎL TUNE NE   Arslan, bilêv kir ku di Newroza Rihayê ya 2012'an de ew parêzer ji aliyê baroyê ve hatibûne peywirdarkirin û polîsan ew bi awayekî dijhiqûqî binçav kirine. Arslan, diyar kir ku polîsan gava parêzer birine nexweşxaneyê jî tahde li wan kirine û got: "Meseleya delîlên sixte heye. Em heman tiştî di vê dosyeyê de jî dibînin. Di vê dosyeya me de tekane delîl zabitnameya polîsan e. Ji xeynî vê tu delîl tune ne. Gava mirov li zabitnameyê mêze dike, îfadeyên polîsan heman hevok in."    Arslan, anî ziman ku hevpîşeyên wî jî heman rojê giliyê polîsan kirine, lê giliya wan bi neşopandinê hatiye bidawîkirin. Arslan, diyar kir ku paşê serî li AYM'ê dane û got: "AYM'ê di 21'ê Nîsana 2016'an de biryar da ku qedexeya 'îşkence, tahde û muameleya xirab' hatiye binpêkirin. Mînakek vê jî di sala 2016'an de ji Serdozgeriya Rihayê re şand. Dosye ji wê çaxê ve li dozgeriyê ye, lê hê jî îdianame nehatiye amadekirin. Fikara me ew e ku ev dosye jî bi bêcezatiyê bê girtin û têkeve ber demboriyê."    MA / Mujdat Can