Midûrê polîsan gef li parêzer xwar: Em te nas dikin, em ê bên gel te 2022-02-19 10:22:50 MÊRSÎN - Midûrê Polîsan ê Navçeya Akdenîzê H. A.T., di daxuyaniya ji bo Aysel Tugluk de gef li parêzer Alî Bozan xwar û jê re gotiye, “Em te baş nas dikin. Em ê bên gel te.”  Parêzeran duh li ber Edliyeya Mêrsînê ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiya nexweş siyasetmedar Aysel Tugluk, daxuyanî dan. Polîsan êrişî parêzeran kir û tundî li parêzeran hat kirin. Di êrişê de Midûrê Polîsan ê Navçeya Akdenîzê H. A.T.,  gef li parêzer Alî Bozan  ê endamê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) xwar û jê re gotiye, “Em te baş nas dikin. Em ê bên gel te.” Di êrişê de 9 parêzer rapora tundiyê wergirtin. Gefên midûrê polîsan di dîmenan de hatine qeydkirin. Parêzer Alî Bozan da zanîn ku li Mêrsînê di demên dawî de li dijî parêzerên muxalîf zext zêde bûne û ew ê giliyê van zextan bikin.      ‘TIŞTEK WERE SERÊ MIN BERPIRSIYAR MIDÛR E’    Bozan destnîşan kir ku di her çalakiyek û daxuyaniyek wan de ji aliyê polîsan ve tên dorpêçkirin û dîmenên Rewşa Awarte (OHAL) tîne bîra wan û tu ferqa dorpêçê ji OHAL’ê namîne. Bozan anî ziman ku di rageşiya derket de midûrê polîsan gefa, “Em te baş nas dikin. Em ê bên gel te” lê xwariye. Bozan got beriya daxuyanî dest pê bike polîsên çevîk êrişî wan kirine û got: “Vî midûrê polîsan ku bi dijhiqûqiyan tê nasîn, gefa eşkere li min xwar. Heke di siberojê de tiştek were serê min wê berpirsiyar jî ev Turgut bi xwe be.”    ‘BAROYA MÊRSÎNÊ BÊDENG DIMÎNE’   Bozan bêdengiya Baroya Mêrsînê ya li hemberî gefa li ser xwe rexne kir û xwest baro li dijî gef û êrişa ser parêzeran helwesta xwe nîşan bide û heke bêdeng bimîne tê maneê maneya ku êrişan erê dike ye. Bozan destnîşan kir ku ew ê derbarê midûrê polîsan H. A. T. de gilî bikin.    MA / Selman Guzelyuz