Baroya Rihayê çalakiyên hefteya zimanê zikmakî diyarî Îpek Ateş kir 2022-02-19 10:48:16   RIHA - Komîsyona Zimanê Dayikê ya Rihayê ragihand ku ew ê çalakiyên xwe ji bo 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê diyarî Îpek Ateş a ku gotibû, “Kamber Ateş nasilsin? (Kamber Ateş çawayî?)” kir.    Komîsyona Zimanê Dayikê ya Baroya Rihayê bi wesîleya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê bernameya xwe eşkere kir. Wê bernameya wan ji bo girîngiya ziman di 21’ê Sibatê de li ber baroyê bi daxuyaniya çapemeniyê dest pê bike. Di çarçoveya bernameyê de dê di 22’ê sibatê de filma “Di navberê de” ya Alî Kemal Çinar li avahiya baroyê nîşan bide. Komîsyon wê di 23’ê sibatê de jî şahiya dengbêjan li dar bixe. Dê di 25’ê sibatê de jî dê lîstika “Ji Akademiyê Re Raporek” a şanoger Tuncay Ozel bide pêşandan.    Komîsyonê ragihand ku ew îsal bernameyên xwe yên hefteya bi rasthatina 21’ê Sibatê diyarî Îpek Ateş dikin. Îpek Ateş a ku lawê wê di darbeya 12’ê Îlonê de hatibû girtin û dema diçû serdana wî û kurdî qedexe bû û tenê cumleya bi tirkî gotibû, “Kamber Ateş nasilsin? (Kamber Ateş çawayî?).”