ÎHD'a Stenbolê bal kişand ser rewşa 3 girtiyên nexweş 2022-02-19 14:52:00   STENBOL - Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê, di çalakiya xwe ya “Rûniştina F” a vê heftê de bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş Kerîm Boran, Ehettîn Kaynar û Ferzende Elbî û daxwaz kir ku bên berdan.    Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, di hefteya 517'emîn de çalakiya xwe ya “Rûniştina F” li avahiya komeleyê li dar xist. Komîsyonê di çalakiya xwe de bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş Kerem Boran (77), Ehettîn Kaynar (72) û Ferzende Elbî (72). Di çalakiyê de pankarta "Kerem Boran, Ehettîn Kaynar, Ferzende Elbî bila bên berdan" hat daleqandin û wêneyên wan hatin vekirin. Di çalakiyê de Berdevkê Komîsyonê Mehmet Acettîn axivî.    REXMÎ TÊN BERDAN JÎ DÎSA TÊN GIRTIN   Mehmet Acettîn, derbarê rewşa her sê girtiyên nexweş de diyar kir ku emrê wan mezin in û rewşa wan giran e û wiha got: "Kerem Boran, Ehettîn Kaynar û Ferzende Elbî ku ji ber nexweşiyên xwe hatine berdan dema ku tedawiyên wan hatine kirine careke din hatin girtin. Di xwe gihandina tenduristiyê de girtî pirsgirêkan dijîn. Şert û mercên giran ên ji ber pandemiyê li girtiyan hatine afirandin li ser jiyana girtiyan xetereyeke mezin çêdikin. Daxwazên wan ên ji bo înfazê nehatin qebûlkirin û di nava çar dîwaran de tên hêlandin da ku bimirin.”    BANGA LI RAYA GIŞTÎ   Di dawiya axaftina xwe de Acettîn, daxwaz kir ku înfaza her sê girtiyên nexweş bê talqoqkirin û ji bo tedawiyê bên berdan û ev bang kir: "Em li vê derê careke din bang li raya giştî dikin û dibejin bila hinekî din rewşa girtiyên nexweş bişopînin."