Hat xwestin girtiyê nexweş Guler were berdan 2022-02-19 16:16:35 ENQERE - Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Emîn Guler ê ji sedî 94 astengdar e û xwest were berdan.    Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 389’emîn de çalakî li dar xist. Çalakî li ber avahiya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Enqereyê hat lidarxistin. Înîsiyatîfê vê hefteyê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Emîn Guler ê ji sedî 94 astengdar e û li Girtîgeha Rihayê ya Jimara 2’yan a Tîpa T’yê tê rgirtin.    Endamê Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’a Enqereyê Omer Farûk Yazmaci daxuyanî da û da zanîn ku Emîn Guler 30 salî ye û 6 sal nexweş e. Yazmaci diyar kir ku Emîn Guler ji ling û milê xwe felc bûye û ji sedî 94 astengdar e û derfetên tedawiya wî nayên dabînkirin. Yazmaci banga dermankirinê û berdanê ya Emîn Guler kir û divê demildest pêşiya berdana wî were vekirin.