Li Êlihê panela tecrîdê: Divê Ocalan azad be 2022-02-19 16:58:52   ÊLIH - Sekretera Giştî ya OHD'ê Rengîn Ergul, ev tişt got: "Divê em li şûna tecrîdê daxaza wazadiya Ocalan bikin."   Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Baroya Êlihê bi diruşma "Em ê Tecrîdê Bişkînin û Faşîzmê Hilweşînin" derbarê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku 23 sal in li Girava Îmraliyê girtî ye de panel li dar xistin. Di panelê de berdevka TJA yê ya Êlihê Gulîstan Sonuk moderatorî kir û Parlementera HDP'ê YA Êlihê Feleknas Ûca û Sekretera Giştî ya OHD'ê Parêzer Rengîn Ergul jî weke panelîst axivîn. Siyasetmedar jî di nav de gelek kes tevlî panelê bûn.    'SEDEMA QEYRANÊ TECRÎD E'   Feleknas Ûca, diyar kir ku bi bîr xist ku 23 sal in tecrîd li ser rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê meşandin û ev tişt got: "Buyerên ku çend sal in dawî dijîn vê yekê aşkera nîşa didin. Qeyranên siyasî, aborî û civakî yên tên jiyîn ji tecrîdê nikare cuda bên destgiritn. Hemû mafên birêz Abdullah Ocalan ji destê wî hatine girtin. Li Îmraliyê konseptek taybet tê meşandin. Lewra kiryarên tecrîd û îşkenceyê yên li girtîgehan didomin berdewamiya komployê ne û em nikarin ji wê qût binirxînin. Ji ber vê sedemê jî bêdengiyek heye. Lewra pêwîste êdî em bêdeng nemînin û nebin şîrîkî vê komloyê ye.”   'EM BI FIKAR IN'   Derbarê redkirina serlêdanên hevdîtinê yên malbat û parêzeran Ocalan de jî Ûca, ev tişt anîn ziman: "Demek dirêje rûxmê serlêdanan xeber ji Îmraliyê nayê girtin. Niha li wir rewş çi ye, tendirustiya birêz Abdullah Oalan çawa ye tu xeber tune  ye. Ji xwe mafên telefonê jî nayê dayîn. Bi milyonan kes rewşa wî mereq dikin û di nava gumanan de ne. Pêwîste demil dest mafê hevdîtinê were dayîn. Bi grevên brçîbûnê yên li girtîgehan destpêkirin re CPT neçar ma ku bikeve dewerê û raporek amade kir. Di raporê de kêmasî hebe jî binpêkirinên mafan ên hatine jiyîn diyarkiribûn. Lewra Tirkiyê vê raporê ji nedîtî ve hat. Pêwîst bû ku CPT bertek nîşanî nêzîkatiya Tirkiyeyê kiribûna lê hîna ji bertekek nîşan nedaye. Li beramberî ewqas binpêkirinên mafan ên li girtîgeha Îmraliyê tên jiyîn bêdeng mayîn nayê qebûlkirin."   'TECRÎD LI HER DERÎ YE'   Ûca, destnîşan kir ku desthilata AKP û MHP’ê li girtîgehan tecrîdê didin meşandin û wiha pêde çû: “Tecrîda li Îmraliyê li her derê berdewam dike. Erdoxanê ku li beramberî têkoşîna Îmraliyê wendakiriye dest bi istismaran kiriye. Têkildarê azadiya birêz Abdullah Ocalan gelek kampanya hatin destpêkirin. Ev kampanya li Ewrupa, Latin Emerîka û gelek welatên Rojhilata Navîn belavbûye. Heta azadiya birêz Abdullah Ocalan ji wê ev têkoşîn berdewam bike.”   'POŞMANIYÊ FERZ DIKIN'   Di dawiya axaftina xwe de Ûca, bi lêv kir ku tunekirina girtiyan tê armanckirin û ev tişt gotin: "Bi rêya hiqûqê polîtîkayên tunekirinê didin meşandin. Ev ne tenê li girtîgehan, ji derveyî wê ji ev rewş tê meşandin. Li kesên di girtîehê de poşmaniyê ferz dikin.  Ev îşkence ye û bi wê re jî qanûna betalkirina infaza wan xistine meriyetê. Yên ku astengdarin bi tenê di hucreyan de dihêlin. Di aliye TV, rojname, pirtûk, kovar û têkiliyê de pirsgirêkên mezin hene. Ji derveyî medyaya alîgir tu medyayên din nayên temaşekirin û nagirin hundir."   DAXWAZA AZADIYA    Piştî Ûca, Sekretera Giştî ya OHD'ê Rengîn Ergul jî axivî û diyar kir ku li dijî Ocalan qanûnên taybet pêk tên û ev tişt anîn ziman: "Bi anîna birêz Ocalan a Tirkiyeyê re qanûnej nû hat amadekirin. Li girtîgeha ku berhama konsepteke taybet e hemû mafê Ocalan ji destê wî hatine girtin. Li bendê ye ku 25 sal ê Ocalan têje bibe. Divê êdî qanûnên Dadgeha Mafê Mirovan bikevin dewrê Ocalan bê berdan. Divê em li şûna tecrîdê daxaza wazadiya Ocalan bikin."