ROJEVA 20'Ê SIBATA 2022'YAN 2022-02-20 09:00:36   * Hevserokê Komeleya Lêkolînên Kurd Eyyup Sûbaşi, destnîşan kir ku kurdî çendî bê statu be û çendî ji gelek derfetan bêpar be jî, bi berxwedanê hatiye roja îroyîn û got: “Bingeha zimanê kurdî li ser zaravayan e. Tenê zaraveyek jî lawaz bibe, ew bingeh an yê bimire yan jî yê winda bibe.”   * Endama Komîsyona Zimanê Kurdî û Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Aşye Surucu, anî ziman ku ji ber ku bi dayîka xwe re ya ji bilî kurdî bi tu zimanî nizane bi kurdî axiviye mamosteyê wê lêxistiye û piştî mamosteyê wê jê re gotiye "Çima tu bi dayikaa xwe re bi kurdî diaxivî?", ew hê bêhtir bi kurdî axiviye.    * Xwediyê Weşanxaneya Nayê Berfo Barî, anî ziman ku dîroka kurdan di zimanê wan de veşartiye û got: "Ewilî em dikarin li malên xwe li ber polîtîkaya bişavtinê rabin."    * Li Mêrdînê çawîşê pispor Omer Ayas, bi awayekî sîtematîk dest dirêjî jinekê kiriye. Çendî qeydên wî yê dengan hene û di van qeydan de li xwe mikur hatiye ku destdirêjî kiriye jî, lê dozgeriyê di mutalaaya xwe de doza beraeta Ayas kiriye.    * Hevalên girtiyê nexweş ê rewşa wî giran Bazo Yilmaz ku di Girtîgeha Rihayê ya Jimare 2'yan a Tîpa T'yê de ye, bang kirin: "Êdî nikare di girtîgehê de bimîne."    * Mamosteyê kurdî Tahsîn Tîmûr ji bo kurdî bang li malbatan kir û got: "Malbat divê bi zimanê zikmakî bi zarokên xwe re biaxivin û berprisiyariya dikeve ser milê wan bi cî bînin."    * Rêxistinên jinan diyar kirin ku bîra Aysel Tûglûkê "bîreke têkoşînê ye" û biryara ATK'ê jî biryareke siyasî ye.    * Sekreterê Birêxistinbûnê yê Şaxa Egîtîm Sen a Wanê Lokman Babat bal kişand ser girîngiya perwerdeya bi zimanê dayikê û wiha got: “Hewceye em di her qadên jiyanê de bi kurdî bijîn.”    * Hîndekarê Zanîngeha Enqereyê Prof. Dr. Ozgur Aydin da zanîn ku ji bo pêşîlêgirtina tunebûna zimanan, perwerde girîng e û wiha got: “Ji bo ku zimanek bikare xwe li ser pêyan bigire û civakî bibe, ji ewilî divê ew ziman bibe zimanê perwerdeyê.”   * Endamê Şaxa Komîsyona Girtîgehan ê ÎHD’ê ya Amedê Ercan Yilmaz anî ziman ku neçareserkirina pirsgirêkên li girtîgehan, cisaretê dide karmendên înfazê û xwest ku partiyên muxalîf vê mijarê têxin rojeva xwe.   * Derheqê polîsê bi navê Serdar G. ku kûçik berdabûn ser Menîce û Şeyhmûs Yilmaz û birîndar kiribûn, bi îdiaya “bênezaketî tevgeriyaye” lêpirsîna hatibû destpêkirin. Lê di encamê vê lêpirsînê de tu cezayek nedan polîs G. Derheqê Serdar G. de bi daxwaza cezayê 7 sal û 6 mehan doz hate vekirin.    * Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 349’emîn de berdewam dike.    * TJA dê deklarasyona 8’ê Adarê li Dava Kafe ya Amedê bi daxuyaniyekê ragihîne. (11.00)    * Rêxistina Bajêr a HDP’ê ya Mêrsînê dê bi tevlibûna Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan, li eywaneke bajêr 4’emîn Kongreya Awarte li dar bixe. (11.30)   * Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê, bi munasebeta Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê dê li Qada Şêx Seîd daxuyaniyekî bide. Platform, piştre jî dê li Şaxa Egîtîm Sen a Hejmar 1’ê panelekî bide. (13.00/15.00)   * Nobeta Edaletê ya ku malbatên girtiyan li Baroya Amedê dabû destpêkirin, di roja 97’emîn de berdewam dike. (13.00-16-00)   * HDP, Komeleya Lêkolînên Kurd û Tora Çand û Ziman a Kurd, di çarçoveya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de dê li avahiyên HDP’ê yên Esenyurt, Zeytînburnu û Sultanbeyliyê foruman li dar bixe. (15.00)   * Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan dê biçe serdana HDP’a Yuregîrê ku rastî êrişê hatibû. (17.00)   * Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê dê bi munasebeta 79’emîn meha Komkujiya Pirsûsê de li Cadeya Halîtaga a Kadikoyê bên cem hev. (18.00)