Çawîşê pispor dest dirêjî jinekê kir, dozgeriyê jî doza beraeta wî kir 2022-02-20 09:08:52   MÊRDÎN - Li Mêrdînê çawîşê pispor Omer Ayas, bi awayekî sîtematîk dest dirêjî jinekê kiriye. Çendî qeydên wî yê dengan hene û di van qeydan de li xwe mikur hatiye ku destdirêjî kiriye jî, lê dozgeriyê di mutalaaya xwe de doza beraeta Ayas kiriye.    Li Mêrdînê çawîşê pisprê ê Fermandarîya Alaya Mekanîze ya 70'yan a Mêrdînê, ji Kanûna 2018'an heya Hezîrana 2019'an bi awayekî sîstematîk destdirêjî jineke19 salî kiriye. Omer Ayas ku bi mirinê gef li jinikê xwariye û tahde lê kiriye, her cara ku dest dirêjî wê kiriye jê re gotiye ger ji kesekî re bêje dê wê bikuje. Piştî ku jinikê giliyê wî kiriye, lêpirsîn hatiye destpêkirin û paşê doz hatiye vekirin. Dozgeriyê jî berî danişîna biryardayînê mutalaaya xwe amade kir.   Lê çendî di dosyeyê de qeydên deng ên Omer Ayas hene û di van dengan de li xwe mikur hatiye ku destdirêjî kiriye jî, dozgeriyê berekvê wî tevnegeriyaye û guh li parastina wî kiriye.   Dozgeriyê di muatalaaya xwe ya beriya danişîna biryardayinê de doza beraeta wî kiriye.    Dozgeriyê di mutalaaya xwe de derpêş kiriye ku derbarê destdirêjiya bi darê zorê de tu delîl tune ne.    MA / Ahmet Kanbal