‘Girtiyê nexweş Bazo Yilmaz êdî hew dikare di girtîgehê de bimîne' 2022-02-20 09:10:45   RIHA - Hevalên girtiyê nexweş ê rewşa wî giran Bazo Yilmaz ku di Girtîgeha Rihayê ya Jimare 2'yan a Tîpa T'yê de ye, bang kirin: "Êdî nikare di girtîgehê de bimîne."    Li gor daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Rihaym, di girtîgehên li Rihayê de 5 jê giran 34 girtiyên nexweş hene. Yek ji van girtiyan jî Bazo Yilmaz e. Yilmazê 67 salî di Girtîgeha Rihayê ya Jimare 2'yan a Tîpa T'yê de ye. Nexweşîna pişikê ya obstruktîf a kronîk (KOAH) pê re heye. Yilmazî bi makîneya oksîjenê dijî.    Yilmaz, di 12'ê Kanûna 2012'an de bi îdiaya endamê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ye hatiye binçavkirin û paşê hatiye girtin. Li Şaredarê Bajaroka Gogan ê berê û endamê Meclîsa Şaredariya Xalfetiyê Yilmaz, di sala 2018'an de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" 9 sal ceza hatiye birîn.    Hevalên wî yên odeyê têkildarî tenduristiya wî de faksek ji ÎHD a Şaxa Rihayê re şandin.    PIŞTÎ ÎŞKENCEYÊ ASTIM VEGUHERÎ KOAH'Ê   Di faksê de ev tişt hatine nivîsandin: "Bazo Yilmaz 67 salî ye. Hevalekî me yê ku nexweşîna KOAH'ê ya giran pê re heye. Di sala 2014'an de teşxîsa astimê hatiye danîn. Piştî vê dest bi tedawiyê kiriye û her çûye nexweşîn qels bûye. Lê di 11'ê Kanûna 2016'an de hatiye binçavkirin. Û piştî binçavkirineke 25 rojan a bi îşkenceyê derbas bûye, nexweşîna wî veguheriye KOAH'ê. Yanî di dema binçavkirinê de KOAH lê peyda bûye. Ji lew re tam 25 rojan li hêwaneke sporê ya sergirtî û bê hewa û nepaqij de bi muameleyeke dijî mirovatiyê re rû bi rû maye. Li vira ji bêgavî betaniyên lekeyên dûmanê, xwînê, rûn û mîzê li ser avêtiye ser xwe. Ji ber vê bi vê nexweşînê ketiye. Paşê ji ber KOAH'ê ketiye nav ciyan."    'NIKARE DI GIRTÎGEHÊ DE BIMÎNE'   Hevalên wî di faksê de diyar kirine ku par hevalê wan Yilmaz rakirine Saziya Tiba Edlî û gotine: "Di 8'ê Sibata 2021'ê de ew birin Saziya Tiba Edlî. Ev rêwîtî tam 4 rojan dewam kiriye û di vê rêwîtiyê de guh li tu lazmatiyên wî nehatine kirin. Saziya Tiba Edlî raporek amade kiriye. Lê hem ew û hem jî em me kir nekir me xwe negihand hûrguliyên vê raporê. Wê çaxê wî du caran birine heyeta girtîgehê. Lê li vira jî jê re gotine 'dikare di girtîgehê de bimîne.' Rewşa wî bi giştî ev e. Bazo Yilmaz niha nikare bi tena serê xwe jiyana xwe bidomîne û di nav ciyan de ye. Her roj girêdayî makîneya oksîjenê ye. Em hevalên wî ku her kêlî li cem wî ne, naxwazin wateya gotina 'dikare di girtîgehê de bimîne' bidin ber lêprisînê. Ji lew re tişta em dizanin ev e; qethiyen nikare di girtîgehê de bimîne. Em wisa bawer dikin ku hûn ê li ser vê meseleyê bisekinin. Serkeftin."    MA / Mujdat Can