HDK li Stenbolê bi pêkhateyên xwe re civiya 2022-02-20 13:31:54   STENBOL - HDK’ê li Stenbolê bi pêkhateyên xwe re civînek li dar xist.    Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) bi dirûşmên “Em ê bên cem hev, pêkvejiyanê birêxistin bikin û têkoşîna xwe bi hev re serbixin” û “ Em ê biguherînin û veguherînin”, li Otêla Taxim Hill a Beyoglu ya Stenbolê bi pêkhateyên xwe re civînek li dar xist. Di civînê de her wiha pankarta “Ji bo têkoşîna hevpar û birêxistinkirina jiyanê, em ê biguherînin û veguherînin” hatibû daliqandin.  Civîn, ji çapemeniyê re girtî bû. Mijara civînê, avakirina tifaqeke hevpar a li dijî faşîzmê û xebatên ji bo pêşerojeke azad bû.