Girtiyê nexweş ê 82 salî jiyana xwe ji dest da 2022-02-20 14:06:45   ÎZMÎR - Girtiyê nexweş ê 82 salî Yûsûf Bekmezcî ku li Girtîgeha Tîpa F a Kiriklarê dima, jiyana xwe ji dest da.    Girtiyê nexweş Yûsûf Bekmezcî (82) ku li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 1 a Kiriklar a Buca ya Îzmîrê dima, jiyana xwe ji dest da. Li gel pîratiyê, her wiha nexweşiyên apneya xewê, prostat, kerr bûn û têgihanê li Bekmezcî hebûn. Di heman demê de di van demên dawiyê de nîşaneyên Alzheîmerê jî lê xuya bûbûn. Bekmezcî, di 23’ê çileya 2020’an de di çarçoveya lêpirsîna tevgera Fetullah Gulen de hatibû girtin û bi îdiaya “rêvebertiya rêxistinê”, 17 sal û 4 meh cezayê hefsê lê hatibû dayîn.    47 ROJAN DI BEŞA LÊNIHÊRINA AWARTE DE MA   Hat zanîn ku Bekmezcî di 5’ê çileyê dema emeliyata katarakê de qeyrana dil derbas kir û 47 roja di beşa lênihêrîna awarte de ma. Saziya Tipa Edlî (ATK) a Stenbolê rapor dabû ku cezayê Bekmezcî 3 mehan were paşdexistin lê belê 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Îzmîrê biryar da ku Bekmezcî li girtîgehê bimîne. Nêviya Bekmezcî, Saadet Aytekîn bertek nîşan da û got ku ya li bapîrê wê hatiye kirin ne tenê binpêkirina hiqûqê, binpêkirina mafê jiyanê ye.