Wesayîta Dede yê HDP’î qeza kir: 2 kes birîndar bûn 2022-02-20 16:30:26   COLEMÊRG - Wesayîta ku parlementerê HDP’ê yê Colemêrgê Saît Dede tê de bû, li mînîbûsê da. Di encama qezayê de 2 kes birîndar bûn.    Wesayîta ku parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Colemêrgê Saît Dede tê de bû li ser rêya Wan û Colemêrgê li devera Tekserê li mînîbûsê da. Wesayît di encama lêdanê de ji rê derket. Li ser agahdarkirinê, ambulans, agirkuj û tîmên polîsan sewqî cihê qezayê hatin kirin. Di qezayê de tiştek bi Dede nehat lê du partiyî bi awayekî sivik birîndar bûn. Wesayît bi kaşkerê li ser rê hatin rakirin û derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.