‘Li dijî şer yekane hêvî fikriyata Ocalan e’ 2022-02-20 18:14:06   COLEMÊRG - Parlementerê HDP’ê yê Colemêrgê Saîd Dede bal kişand ku li Rojhilata Navîn şer tê kûrkirin û wiha got: “Li dijî van şeran yekane rêya hêvî û xelasiyê fikriyata birêz Ocalan e.”   Rêxistina Navçeya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê li eywaneke dawetê ya li bajêr 4’emîn Kongreya xwe ya Asayî li dar xist. Parlementerên HDP’ê Sezaî Temellî û Saîd Dede, parlementerê HDP’ê yê berê Abdûllah Zeydan û bi sedan welatî beşdar bûn.    ‘WÊ EV PERGAL WERE HILWEŞANDIN’   Parlementerê HDP’ê Sezaî Temellî yê di kongreya bi rêzgirtinê dest pê kir de axivî, diyar kir ku partiya wan di fikriyata rêya sêyemîn de têdikoşe û wiha got: “Em ê vê pergala kevin ku bi sedsalan e li me tê ferzkirin biguherînin. Ev pergala li kurdan tê ferzkirin wiha naçe, wê ev pergal hilweşe û tifaqa faşîst wê di bin wê de bimîne.” Temellî bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û wiha berdewam kir: “Bi hiqûqa dijminatiyê girtiyên nexweş di girtîgehan de dihêlin. Bi girtina Aysel Tûglûkê qaşo dixwazin ji me tolê hilînin.”   ‘JI BO TECRÎDÊ RAKIN DIVÊ TÊBIKOŞIN’   Temellî, têkildarî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî wiha axivî: “Bê edaletiyeke mezin heye û di navenda vê de jî tecrîd heye. Divê tecrîd ji holê bê rakirin. Ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê ev gaveke girîng e. Ji bo ku em tecrîdê rakin divê em têbikoşin.”   HÊZA GEL   Parlementerê HDP’ê yê berê Abdullah Zeydan jî gotinên Serokkomarê AKP’î Erdogan yên “tu taqeta wan nemaye” bi bîr xistin û wiha got: “Gelê me li ser piya ye. Gel nîşan da ku li hemberî hêza wan tu hêz nînin. Zarokên we jî li ber xwe dan. Îro di girtîgehan de hemû zarokên we yên rastî bêedaletî û bê hiqûqiyê hatine, bi awayekî layiqî we li ber xwe didin.”    DESTHILAT TÊK DIÇE   Zeydan, destnîşan kir ku hêviyên hemû beşên ku dixwestin HDP’ê bi awayekî siyasî têk bibin, şikestin û wiha axivî: “Kesên ku hewl dan me xelas bikin, niha di nava têkçûneke mezin de ne. Em tevî hemû zor û zehmetiyan saya we û hevalên me li ser piya man. HDP’ê hatiye asta ku siyaseta Tirkiyeyê beralî bike. Ev saya gelê me ye. Me gelek bedel dan lê gelek pêş ve jî çûn. Li pêş me astengiyên biçûk man. Wê hevalên me yên li zindanan jî li sirgunan jî azad bibin.”   ‘YEKANE XELASÎ OCALAN E’   Parlamenterê HDP’ê yê Colemêrgê Saîd Dede jî bal kişand ku li Rojhilata Navîn şer tê kûrkirin û wiha got: “Li dijî van şeran yekane rêya hêvî û xelasiyê fikriyata birêz Ocalan e. Ji ber vê yekê hêzên emperyalîst komploya navnetewî xistin meriyetê. Bi awayekî zelal li holê ye ku îro li her derê cîhanê jî fikrên birêz Ocalan çareserî ne. Li Tirkiyeyê şerê esas li dijî fikrên birêz Ocalan in. Ji ber vê yekê evqas êriş dikin. Dema hişmendiya demokratîk hat avakirin wê ev hişmendî jî weke yên din biçe sergoyê dîrokê.”   Piştî axaftinan Sînem Seven û Halîl Ozek weke Hevserokên Navçeya Navendî hatin hilbijartin.