Qeyûm, wesayîta agirkujiyê xist xizmeta AKP’ê 2022-02-20 18:29:23   MÊRDÎN - Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ku di bin rêveberiya qeyûm de ye wesayîta agirkujiyê xist xizmeta AKP’ê.    Wesayîta agirkujiyê ya aydê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ku ji aliyê Wezareta Karê Hundir ve di 19’ê Tebaxa 2019’an de qeyûm hat tayînkirin, kete xizmeta AKP’ê. Di saetên êvarî de al li avahiya AKP’ê ya Mêrdînê ve hatin daliqandin. Şûna ji bo al daliqînin gazî vîncê bikin, wesayîta agirkujiyê hat peywîrdarkirin.    Wesayîta agirkujiyê ku al bi avahiya AKP’ê ve kirin, pişt re ji wir çû.