Li Stenbolê şahiyên ziman hatin lidarxistin 2022-02-20 19:18:27   STENBOL - Komeleya Lêkolînên Kurdî, Tora Ziman û Çanda Kurdî û HDP’ê di çarçoveya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de li 3 navçeyên Stenbolê şahiyên zimanê kurdî lidarxistin.   Komele Lêkolînên Kurdî, Tora Ziman û Çanda Kurdî û Partiya Dêmokratîk a Gelan (HDP), di çarçoveya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de, li avahiyên HDP’ê yên Esenyûrt, Zeytînbûrnû û Sûltanbeyliyê forum û şahî lidarxistin. Hevserokê Saziya Lêkolînên Kurdî Eyub Sûbaşi, Hevberdevkê Komîsyona Çand û Hunerê yê Giştî yê Stenbolê Mazlûm Jînda, Hevserokên HDP’a Esenyûrtê, Meclisa Ciwanên HDP’ê yên Esenyûrtê û gelek kes tevli şahiya li navçeya Esenyûrda Stenbolê hat li darxistin bûn. Di şahiyê de bi zaravayên kurdî kurmancî û dimilkî û zimanên tirkî û ermenkî pankarta, “21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê pîroz be” hat daliqandin.   XWEDÎ DERKETINA ZIMAN   Piştî xêrhatina beşdarvanan Hevserokê HDP’a Esenyurtê Ercan Saglam bal kişand ser girîngiya roja zimanê dayikê û got: “Bila hemu kes li zimanê xwe, xwedî derkeve û ziman nede winda kirin.”   Hevserokê Komeleya Lêkolînên Kurdî Eyyûb Sûbaşi bi bîr xist ku hemû saziyên wan bi KHK’ê hatin girtin û wiha got: “Saziyên nû hatin vekirin, bi piştgirîya gelê xwe li ser piya ne. Divê her kes li saziyên xwe yên ku li ser ziman, çand û hunera kurdî dixebitin xwedî derkevin. Em dibînin li gelek deveran zimanê me, çanda me, muzîka me, hunera me tê qedexekirin. Ger ku em bixwazin zimanê me ji bo sibe rojê bimîne, divê em zimanê xwe nîşanê her kesî bidin.”   Piştî axaftinan Koma Navenda Çanda û Hunerê ya Golge (GKSM) stranên kurdî pêşkeş kirin.  Di şahiya ku govend hat gerandin de çepik hatin lêxistin û dirûşmên “Bê serok jiyan nabe” û “Bê ziman jiyan nabe” hatin berzkirin. Piştî govend û stranan şahî bi dawî bû.    NUÇEYA KURDÎ HAT NIVÎSANDIN   Li navçeyên Sultanbeylî û Zeytînbûrnûyê jî ji bo roja ziman şahî hatin lidarxistin. Li her dû navçeyan jî gelek kes tevlî şahiyan bûn û bi gerandina govendê roja ziman hat pîroz kirin. Şahiyên bi stranan bi dawî bûn.   Li her sê navçeyên Stenbolê Esenyûrt, Zeytînbûrnû û Sûltanbeyliyê ji bo balê bikişînin ser roja ziman forum jî hatin lidarxistin. Di forûman de mamosteyan tîpên kurdî nîşanî gel dan û minak dan. Di forumê de ji aliyê gel ve nuçeyeke kurdî hat nivîsandin.