ROJEVA 21'Ê SIBATA 2022'YAN 2022-02-21 09:00:01 * Rêveberê MYD’ê Bahaddîn Robar bal kişand ser zextên li ser zimanê kurdî û wiha got: “Rêveberên Tirkiyeyê, zimanê kurdên ku weke birayên xwe dibînin qedexe dikin.” * Dayika Esmer Tûnç, bertek nîşanî radestkirina tiştên Hevserokê Meclîsa Gel ê Cizîrê Mehmet Tûnç ê li jêrzemînên wehşetê hat qetilkirin a piştî 6 salan da û got: “Birînên malbatan derdikin.”   * Kekê girtiyê nexweş Mehmet Hanefî Bîlgîn ku di girtîgehê de jiyana xwe ji dest dabû, Veysel Bîlgîn xwest ku derbarê kesên di mirina birayê wî de îhmala wan heye de pêvajoya hiqûqî were destpêkirin û wiha bang kir: “Em dixwazin ev rewş derkeve holê.”   * Rêveberê Şaxa SES’ê yê Wanê Mehmet Salîh Tûrgût, bal kişand ser mafê tenduristiyê yê di zimanê dayikê de û xwest ku newekheviya zimanê dayikê ya di tenduristiyê de ji holê bê rakirin.”   * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 350'yî de berdewam bike.    * Wê danişîna doza xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê li 49'emîn Dadgeha Cezaya Stenbolê bê dîtin. (09.00)    * Danişîna doza rojnameger Dûrket Suren wê li 11'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê bê dîtin. (09.00-17.00)   * Wê danişîna Doza Geziyê ku karsaz Osman Kavala jî di nav de 16 parastvanên mafên mirovan jê tên darizandin li 13'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê bê dîtin. (10.00)   * Wê danişîna doza rêveber û endamên DÎAYDER'ê li 14'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê bê berdewamkirin. (10.00)   * Platforma Ziman Kurdî û Tora Çand û Zimanê Kurdî, wê li oteleke Amedê di çarçoveya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê de komxebeteke li dar bixe û daxuyanî bide. (11.00) ZINDÎ   * Xizmên girtiyên ku li Girtîgeha Tekîrdagê di greva birçîbûnê de ne ji bajarên herêmê hatine wê li ber derê girtîgehê çalakî li dar bixin. (12.00) ZINDÎ   * Pêkhateyên Tora Têkoşîna bi Tundiyê re, di şexsê Aysel Tûglûk de wê ji bo hemû girtiyên nexweş li ber Edliyeya Amedê daxuyanî bide. (12.30)    * Ji bo 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê wê li Amed, Stenbol, Edene û Êlihê daxuyanî bên dayîn. (12.30-19.00)   * Nobedên edaletê yên malbatên girtiyên nexweş û girtiyên ku înfazê wan hatine şewitandin, li Amed, Wan û Îzmîrê dane destpêkirin wê berdewam bikin. (13.00-16.00)     * Wê danişîna doza ku ji ber destdirejiya li xwendekaran li alîkarê midurê dibistanê û nûnerê Egîtîm Bîr-Sen'ê Bûrak Ercan hatibû vekirin li 1'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Cizîrê bê dîtin. (14.00-17.00)