Dayika Mehmet Tûnç: Ji bo birînên me der bikin her tiştî dikin 2022-02-21 09:04:03 ŞIRNEX - Dayika Esmer Tûnç, bertek nîşanî radestkirina tiştên Hevserokê Meclîsa Gel ê Cizîrê Mehmet Tûnç ê li jêrzemînên wehşetê hat qetilkirin a piştî 6 salan da û got: “Birînên malbatan derdikin.” Li navçeya Cizîra Şirnexê di dema qedexeyên derketina derve yên di 14’ê Kanûna 2015’an de di nava 79 rojan de 177 jê li “jêrzemînên wehşetê” 288 kes hatin qetilkirin. Tevî 6 sal derbas bûn jî cenazeyê 14 kesan hêj nehatiye dîtin û hin tiştên aydê kesên hatine qetilkirin jî piştî bi salan radestî malbatan tên kirin.    Piştî ku tiştên Agît Akil ê di dema qedexeyên Cizîrê de jiyana xwe ji dest da di 11’ê Çileyê de ji malbata wî re hat dayîn, materyalên dîjîtal ên aydê Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnç ê li jêrzemînên wehşetê hat qetilkirin, piştî 6 salan radestî malbata wî hat kirin.      DOZ PÊŞVE NAÇIN    Dayika Esmer Tûnç ku di dema qedexeyan de kurên xwe Mehmet Tûnç û Orhan Tûnç winda kirin, diyar kir ku dewlet her sal êşên wan nû dike û wiha got: “Bi ser mirina Mehmet Tunç re 6 sal derbas bûn lê her sal dewlet yan dozekê li me vedike, ceza dide me an jî êşa me bi şandina tiştên wî wekî îro nû dike. Ez zilma vê dewletê şermezar dikim. Birînên dayikan nexwirînin. Di jêrzemînan de mirovên me bi şewitandinên qetilkirin. Mirovan cenazeyên zarokên xwe jî nikarîn bigirin. Hestiyên wan jî nedît. Zilma dewletê ya li Cizîrê li tu devera cîhanê nehatiye jiyîn. Niha jî bi şandina eşyayên zarokên me yên qetil kirine, dixwazin vê zilmê ji nû ve bi me bidin jiyîn. Dozên têkildarî qetilkirina zarokên me bi pêş ve naçe. Ji bo li dijî pêkûtiyên li ser wan tên kirin tu gav nayên avêtin lê ji bo birînên me derbikin çi ji destê wan tê dikin. Ew çi dikin bila bikin, heta ez bijîm ez ê dev ji doza xwe bernedim.”    ‘EV TIŞT YÊN ÇI NE?’   Hevjîna Mehmet Tûnç, Zeynep Tûnç jî diyar kir ku roja înê 3 polîs hatin mala wan û tiştên aydê Mehmet Tûnç anîn malê. Tûnç, da zanîn ku dema tiştên di poşetên di destê polîsan de dîtin çok lê sist bûn û wiha got: “Me cenazeyê xwe jî rast û dirûst nedît, me nas nekir. Min jê pirsî ‘piştî ev qas dem derbas bû ev tiştên we anîne çi ne’ Dema tişt dan xwestin kaxizekê bidin îmzekirin. Dema min jê re got ez îmze nakim ji min re gotin ‘tu mecbûrî’ îmze bikî. Li ser vê yekê min ji wan re got ‘Hûn ji bo birînên malbatan der bikin vê tiştê dikin’ Di dema qedexeyan de em li Taxa Cûdî rûdiniştin. Wê demê mala me bi temamî şewitandin û hilweşandin. Ne wêneyek ne jî gomlekekî ku aydê Mehmet Tûnç bûn nehiştin.”   ‘EM BI SERBILINDÎ LI SER PIYA BIN’   Tûnç, diyar kir ku ev tişta dewlet dike zilm e û wiha axivî: “Her ku êşên me kevin dibin ew ji nû ve zindî dikin. Em 7 sal in bi vê êşê dijîn. Heta îro ji bo berpirsyarên vê hovîtiyê werin darizandin kesê tiştek nekir. Mirovên me di jêrzemînan de birçî û tî hatin hiştin. Ew weke terorîst îlan kirin û qetil kirin. Esas kesên ev zilme kirine terorîst in. Em serbilind in. Çi bikin bila bikin hêza me û vîna me heye. Em ê bi serbilindî li ser piya bin. Heta ku em bijîn em ê li pey doza wan bin.”   MA / Omer Akin