‘Bila newekheviya zimanê dayikê ya di tenduristiyê de ji holê bê rakirin’ 2022-02-21 09:04:05 WAN - Rêveberê Şaxa SES’ê yê Wanê Mehmet Salîh Tûrgût, bal kişand ser mafê tenduristiyê yê di zimanê dayikê de û xwest ku newekheviya zimanê dayikê ya di tenduristiyê de ji holê bê rakirin.”    Zimanê kurdî ku li Tirkiyeyê bi zext û bişaftinê re rûbirû ye, weke li tu saziyên dewletê, li qada tenduristiyê jî nayê bikaranîn. Rêxistinên sivîl ên civakî ku ji bo kurdî bibe zimanê fermî têdikoşin. Her wiha ji bo ku di zimanê dayikê de wekhevî hebe, perwerdeyeke baş bê dayîn û ji xizmetên cemaweriyê sûd bigirin gelek caran serlêdan kirin ku qanûn û sererastkirinên pratik bên çêkirin. Lê belê ev serlêdanên wan bê encam man.    Rêveberê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES) a Wanê Mehmet Salîh Tûrgût, bal kişand ser girîngiya mafê zimanê dayikê ya di tenduristiyê de.      BI HEZARAN SALAN E TÊ AXAFTIN   Tûrgût, diyar kir ku mafê tenduristiyê mafekî bingehîn e û wiha got: “Li rex vî mafê bingehîn zimanê dayikê beriya her tiştî tê. Sedemê wê jî heke kesên nexweş di zimanê dayikê derdê xwe nikarin bejin wê nexweşiya wan baş neyê teşhîskirin û nikarin bên dermankirin. Heke bê kirin jî wê teşhîs û dermankirin kêm bibin. Zimanê dayikê çima girîng e. Ji ber ku mirov bi zimanê dayika xwe mezin dibin. Li Wanê zimanê dayikê bi kurdî ye. Mirovên li vê derê kurd in û zimanê wan jî kurdî ye. Bi hezaran sal in li ser vê axê kurdî tê axaftin. Zimanên ku nebin fermî û zimanê perwerdehiyê bi demê re bi bişaftinê re rû bi rû dimînin û ji holê radibin.”   ‘DIKARIN DERMANKIRINÊ RED BIKIN’    Tûrgût, behsa hin temenên di qada tenduristiyê de pirsgirêka zimanê dayikê dijîn kir û wiha berdewam kir: “Li bajarên herêmê zarok heta tên temenê perwerdehiyê bi kurdî mezin dibin. Di qada tenduristiyê de zarokên heta 10 salî û bi ser 50 salî de zêdetir pirsgirêkan dijîn. Ji ber ku xwendina mirovên bi ser 50 saliyê de tune ye, tirkî bi guhdarkirinê hîn bûne. Zarokên 6 salî jî li malê bi zimanê dayika xwe kurdî mezin bûne û tirkî nizanin. Ji ber vê yekê pirsgirêka herî mezin mirovên di van temenan de dijîn. Nexweşên ku tirkî nizanin ji ketina nexweşxaneyê heta polîklînîkan heke şertên wan ê zimanê dayikê çêbibin dermankirina wan baş dibe. Lê heke ji berovajiyê vê rewşek çêbibe, xwe biyanî hîs dikin û dikarin dermankirinê qebûl nekin.”   ‘XIZMETA ZIMAN NAYÊ DAYÎN’   Tûrgût, destnîşan kir ku xizmeta tenduristiyê ya di zimanê dayikê de maf e, weke sendîka vî mafî diparêzin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li bajarekî bi erebî ingilîzî xizmet tê dayîn lê li van deran nayê dayîn. Ev rewş nayê qebûlkirin. Xizmeta tenduristiyê, mafekî mirovî, însanî û îslamî ye. Divê kurd li her qadê xwedî li zimanê xwe yê dayikê derkevin.”     ‘DÊ NEWEKHEVÎ JI HOLÊ RABIBIN’   Tûrgût, qala xebatên sendîkaya xwe yên li ser belavkirina zimanê kurdî kir û wiha pê de çû: “Em weke sendika qûrsa zimanê kurdî didin. Ji ber ku li kargeha me pêdivî bi kurdî heye em dibin alîkar. Beriya 3-4 salan perwerdehiya kurdî dan xebatkarên nexweşxaneyê. Ev jî girîng bû. Piştî ku pêvajo xerabû jî ev xebatên me hatin astengkirin. Em têkildarî pêşvebirina kurdî qûrs, panel û konferansan didin.”     Tûrgût, behsa xebatên ku ji bo rakirina newekheviyên di mijara zimanê dayikê ya di qada tenduristiyê de kir û got: “Divê ewilî di zimanê dayikê de perwerdehî bê dayîn. Heke ev perwerde bê dayîn. Wê newekhevî jî ji holê rabin. Divê ji kesên dixebitin re zêdetir qûrsên zimanê dayikê bên dayîn.    ‘ZAROKÊN XWE TEŞWÎKÎ KURDÎ BIKIN’    Tûrgût, ê ji bo kurdî zêdetir belav bibe bang li civakê kir, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Kurd civakeke bi zanebûne. Divê kurd xwedî li zimanê xwe yê dayikê derkevin û daxwazên xwe yên ziman bi dengekî bilind bînin ziman. Ji bo ku kurdî pêşve biçe divê ji pisporên ziman re bibin alîkar. Zarokên xwe li malê, li taxê li kolanan teşwîqî kurdî bikin ku serbest biaxivin.”   MA / Mehmet Şah Orûç