Beriya Doza Geziyê daxuyanî hat dayîn: Darizandine neheqe 2022-02-21 12:00:40   STENBOL - Beriya Doza Geziyê ku karsaz Osman Kavala jî di nav de 52 kes jê tên darizandin, li pêş edliyeyê daxuyanî hat dayîn û wiha hat gotin: “Hûn nikarin Geziyê qirêj bikin.”   Danişîna 5’emîn a piştî Doza Geziyê û Doza Çarşiyê kiribû yek ku karsaz Osman Kavala jî di nav de 52 kes jê tên darizandin, li 13’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê tê dîtin. Beriya danişînê Piştevaniya Taksîmê li pêş edliyeyê daxuyanî da. Raportorê Tirkiyeyê yê Parlamentoya Ewropayê Nacho Sánchez Amor, parlementerên HDP’ê, CHP’ê û TÎP’ê beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Gezî hêvî ye, hêvî nayê darizandin” hat vekirin.    Li ser navê piştevaniyê Esîn Koymen axivî û destnîşan kir ku li dijî hiqûq û rastiyê darizandin tê kirin û wiha got: “Di 9 salan de 3 doz û bi dehan danişînan de me heman tişt gotin. Em careke din dibêjin Hûn nikarin Geziyê qirêj bikin. Em destûr nadin ku hûn berxwedana ji bo jiyaneke mirovî hatiye dayîn qirêj bikin. Ji ber ku em mafdar in. ”   ‘EM DESTÛR NADIN’   Koymen, diyar kir ku darazindan neheq e û wiha axivî: “Tevî ku tu delîlên şênber nînin jî Osman Kavala yê ji sala 2017’an û vir ve weke girtiyekî siyasî tê ragirtin û rengê reş û spî yê Geziyê Çarşî careke din tê xwestin were darizandin. Em destûr nadin vê hewldana we.”