Dozger gefa ‘şopandina hiqûqî’ li bijîşk xwar 2022-02-21 13:30:50   ŞIRNEX - Kesekî ku diyar kir ku dozger e gefa ‘şopandina hiqûqî’ li bijîşkekî ku li beşa lezgîn a Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê dixebite xwar.    Bijîşk Mehmet A. O. ku di beşa lezgîn a Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê dixebite, ji aliyê kesekî ku diyar kir ku dozgere ve gef lê hat xwarin. Li gorî bûyera ku welatî bûn şahid, kesekî ku diyar kir dozger e bi hêceta serûm li xizmê wî nexistiye, ‘bi şopandina hiqûqî’ gef li bijîşk xwar. Hat hînbûn ku bijîşkê gef lê hat xwarin, Koda Spî (amûra rêveberiya lezgîn a bi armanca pêşîgirtina li tundiya li hemberî karmendên li nexweşxaneyan) daye   ‘EM Ê BIBIN ŞOPDARÊ WÊ’   Sendîkaya Xebatkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî Yekitiya Xebatkarên Tenduristiyê û Hekîman (Yekitiya Hekîman) li ser medyaya dîjîtal bertek nîşanî tiştên qewimîn da û got: “Em gefa li ser hevalê xwe yê bijîşk ê li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê tu carî qebûl nakin. Em li ser mijarê agahiyan digirin. Em dixwazin bi rêzdarî ji raya giştî re ragihînin ku em bi hempîşeyê xwe re ne û em ê her şêwe desteka hiqûqî bidin wî.”   Sendîkaya Xizmetên Tenduristî û Civakî ya Cemawerî û ya Xebatkarên Din ên Tenduristiyê û Hekîman (Hekîmsen) : “Em zext û gefên li hevalên me yên doktor ên li Beşa Lezgîn a Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê tên kirin, qebûl nakin. Em ê bûyera koda spî bişopînin.”