DAD wê bi kirmançkî kargeha perwerdehiyê bide destpêkirin 2022-02-21 14:30:33   ÎZMÎR - Şaxa DAD’ê ya Îzmîrê ragihand ku wê bi zaravayê kirmançkî yê kurdî kargeha perwerdehiyê bide destpêkirin.    Şaxa Komeleya Elewiyên Demokratîk (DAD) a Îzmîrê, bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku wê bi wesîleya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê bi zaravayê kirmançkî yê kurdî, kargeha perwerdehiyê bide destpêkirin.    DAD’ê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser ji holê rakirina kirmançkî ya bi pişaftinê û wiha got: “Ziman xezîneya hemû berhevbûn û afirandinên dîrokî yên li her gelî, wateya keda civakî ye. Weke Şaxê Îzmîrê yê Komeleyên Elewiyan a Demokratîk, em bi wesîleya 21 'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê, di têkoşîna afirandina demokratîk-wekhevîparêz de hestên xwe yên piştevaniyê ji hemû gelên bindest re tînin ziman. Em balê dikişînin ser girîngiya zimanê xwe û daxwaza xwe ya ku zimanê dayikê bibe zimanê perwerdehiyê dubare dikin. Em radigihînin ku weke gava ewil qûrsên kirmançkî didin destpêkirin û bang li gelê xwe dikin ku hestiyar bin û beşdar bibin. Wê her rojên Şemiyê saet di navbera 15.00’an û 16.00’an de kargeha perwerdehiya kirmançkî çêbibe, em dixwazin hemû canên me di nava me de bin.”