Malbata Doku bi Buldan re hevdîtin kir 2022-02-22 12:49:23   ENQERE - Malbata Gulistan Doku li Enqereyê bi Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan re hevdîtin kir. Buldan da zanîn ku dê piştgiriya xwe ya bi têkoşîna edaletê ya malbatê re bidomînin.   Ji 5’ê çileya sala 2020’an heta niha tu agahî ji xwendekara Zanîngeha Munzurê Gulistan Doku nayên girtin. Dayika Doku, Bedriye Doku, bavê wê Halît Doku û xwîşka wê ya mezin Aygul Doku di çarçoveya Nobeta Edaletê de li Enqereyê serdanên xwe didomînin. Malbata Doku xwest ku di danê sibehê de li pêşiya Meclisê daxuyaniyê bide lê destûr nehat dayîn. Li ser vê yekê, malbat çû serdana Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP).    Malbatê di serdanê de bi Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan re hevdîtin kir. Di hevdîtinê de Serokwekîlên Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş û Sarûhan Oluç jî amade bûn.    ‘GULISTANA MIN KUŞTIN’   Di hevdîtinê de Bedriye Doku got ku keça wê Gulistan kêlî bi kêlî hatiye kuştin û wiha got: “Mirin, emrê xwedê ye û gora her kesekî heye. Mirina ciwanan, êşekî gelek giran e. Ma çi bi serê me nehat.”    ‘EM PIŞTGIRIYÊ DIDIN TÊKOŞÎNA EDALETÊ’   Aygul Doku jî li ser navê malbatê dosyayek amade kiribû û daxwazên malbatê yên edaletê anî ziman. Hevdîtin, ji çapemeniyê girtî berdewam kir. Di hevdîtinê de Buldan jî diyar kir ku ew piştgiriyê didin têkoşîna edaletê ya malbatê.    Hat zanîn ku malbata Doku piştî civîna Koma HDP’ê dê beşdarî civîna Koma CHP’ê bibe.