Doza Turkdogan: Dixwazin çavtirsandî bikin 2022-02-22 12:53:43   ENQERE - Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan ku ji ber daxuyaniyên wî yên derbarê operasyona Garê de bi angaşta "endamtiya rêxistinê" doz lê hatiye vekirin, diyar kir ku dixwazin bi dozê komeleya wan çavtirsandî bikin û ev tişt got: "Divê ev bêhiqûqî bi dawî bibe."   Danişîna doza ku ji ber daxuyaniyên wî yên derbarê operasyona Garê de bi angaşta "endamtiya rêxistinê" li Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan hatibû vekirin, li 19'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqerê hat dîtin. Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn, parêzerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Parlamenterê HDP'ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû û nûnerên partî û rêxistinên sivîl tevlî danişînê bûn.    Piştî tespîtkirina nasnameyê danişînê dest pê kir û Turkdogan ev parastin kir: "ÎHD, rêxistineke demokratîk a girseyî ye û dem deman di nav saziyên girseyî de cih girtiye. Bi vê doza ku li min hatiye vekirin tê xwestin ku parastvanên mafên mirovan û komeleya me bên çavtirsandin. Difikirim ku doz ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve li min hatiye vekirin. Ez parastvanê mafê mirovan im. Xebatên min ên qanûnî û demokratîk di doznameyê de hincet hatine nîşandan. Ez ê xebatên xwe yên mafê mirovan bidomînim. Divê ev bêhiqûqî bi dawî bibe."   'DOZNAME BÊUSÛL E'   Parêzerê Turkdogan Kerem Altiparmak jî diyar kir ku divê doznameyê bê vegerandin û wiha axivî: "Qebûlkirina doznameyê binpêkirina mafê muwekîlê me ye. Doznameya hatiye amadekirin bêusûl e, divê muwekîlê me demildest beraet bike. Doznameya bi kopî û pêvekirinê hatiye amadekirin."   'DI DESTÊ WE DE DELÎL HENE?'   Ji parêzerên dozê Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn ev tişt got: "Nayê bîra min ku weke parêzer tu demê me xwe ewqas bêparastin hîs kiriye. Me xwe ji vê dozê re amade kir û hatin. Lê hûn me tune dihesibînin. Biryara ku hûn îro didin binpêkirina mafê parastinê ye. Gotina "Em bikin bila daraz piştre bê" ta Wezîrê Karên Hundir her tiştî vedibêje. Tirkiye peymanên navneteweyî îmze kirine û hemû peymanan bin pê dike. Di vê darizandinê de em hewl didin vebêjin ku parastvanê mafê mirova ne endamê rêxistinê ye. Em parastvanê mafê mirovan e, di destê we de delîl hene ku endamê rêxistinê ye? Ev tê wateya binpêkirinê ramana azadiyê, di hiqûqa navxweyî de em beraetê daxwaz dikin."   Piştî parastinan heyeta dadgehê, biryar da ku qedexeya derketina derveyî welat a ser Turkdogan bê berdewamkirin û danişînê taloqî 19'ê nîsanê kir.    DOZNAME   Di doznameyê de daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, daxuyaniya derbarê operasyona Garê de, daxuyaniyên derbarê binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan û gelek mijaran de, axaftina bi telefonê ya parêzer û rojnamegeran re weke sûc hatine hesibandin û bi angaşta "endamtiya rêxistinê" ji 7 salan heta 15 salan cezayê girtîgehê ji Turkdogan re tê xwestin.