Li wêneyê Komkujiya Roboskê lêpirsîn hat destpêkirin 2022-02-22 16:08:09 ŞIRNEX - Derbarê Hevseroka HDP’a Cizîrê ya berê Guler Tûnç de ji ber wêneyên ku di medya dîjîtal de parvekirine bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” lêpirsîn hat destpêkirin.    Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a berê Guler Tûnç di 27’ê Kanûna 2021’an de li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal wêneyê bîranîna Komkujiya Roboskê û Sêvê Demîr, Fatma Ûyar û Pakîze Nayir ên di 4’ê Çileya 2016’an de di encama gulebarandina maşîneya zirxî hatin qetilkirin parve kiribûn. Ev wêne bûn mijara lêpirsînê. Dozgeriyê bi hêceta ku Guler, di parvekirinan de “Propagandaya rêxistinê” kiriye, di çarçoveya lêpirsîna daye destpêkirin de Guler vexwend îfadeyê.    ‘JI BO BÎRANÎNÊ MIN PARVE KIR’   Tûnç, çû Miduriyeta Polîsan a Cizîrê û îfade da. Tûnç, diyar kir ku wê ev wêne parvekirine û wiha got: “Ji bo ku mirovên li Roboskê hatin kuştin bi bîr bînim min parve kir. 3 jinên ku li Silopiyayê jiyana xwe ji dest dan jî endamên partiya siyasî ku ez endamê wê me ne. Wêne ji bo ku di salvegera mirina wan de bi bîr bînim min parve kir. Parvekirin tu propagandayê di nava xwe de nahewîne. Min wêne di çarçoveya azadiya raman parve kirin.”