Piştî 7 mehan cenazeyê Ozdemîr spartin axê 2022-02-22 20:03:03   MÊRDÎN – Cenazeyê Mahmût Ozdemîr ê HPG'î ku di 21'ê Hezîrana 2021'ê de li herêma Xerzanê jiyana xwe ji dest dabû, piştî 7 mehan hat veşartin.    Cenazeyê Mahmût Ozdemîr (Dilgeş Şerzan) ê HPG'î ku tevî Mahsûm Yasak (Erdal Şoreş) di 21'ê Hezîrana 2021'ê de li herêma Xerzanê de di şer de jiyana xwe ji dest dabû, piştî 210 rojan radestî malbata wî hat kirin. Piştî encama DNA'yê kifş b malbata çû cenazeyê Ozdemîr ji Goristana BÊkesan a Bedlîsê wergirt û bir Nisêbîna Mêrdînê. Malbatê cenaze di bin dorpêça polîsan de bir Goristana Mohrîsê.   Tenê destûra ferdên malbatê hat dayîn ji bo veşartina cenaze. Cenazeyê Ozdemîr bi merasîmeke ku tenê ferdên malbatê tevlê bûn hat veşartin.