Li Çiyayê Bagokê operasyona leşkerî dest pê kir 2022-02-23 10:29:33 MÊRDÎN - Li Çiyayê Bagokê yê Nisêbîn a Mêrdînê operasyona leşkerî hat destpêkirin.    Hat zanîn ku li Çiyayê Bagokê yê Nisêbîn a Mêrdînê operasyoneke leşkerî hatiye destpêkirin. Di çarçoveya operasyona leşkerî de liv û tevgereke zêde ya leşkerî li herêmê heye. Hat ragihandin ku gelek hêzên taybet jî bi wesayîtên zirxî li herêmê hatine veguhestin. Helîkopterên ku ji Leşkergeha Cevatpaşayê rabûn jî çûn devera operasyonê.   Têkildarî liv û tevgera leşkerî ya li herêmê heta niha jî tu çavkaniyên fermî daxuyaniyek nedane.