Tevî bertekan jî xebatên ‘Daristana Bahçelî’ dest pê kirin 2022-02-23 10:50:25   AMED - Li Amedê ji bo “Daristana Bîranînê ya Devlet Bahçelî” ku partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên civakî li dijî derdikevin, xebat hatin destpêkirin.    Li Çiyayê Kirklar ê li navçeya Sûrê ya Amedê ji bo “Daristana Bîranînê ya Devlet Bahçelî” ku tê xwestin li ser navê Serokê MHP’ê Devlet Bahçelî were çêkirin, xebatên çandina daran hatin destpêkirin. Serokatiya MHP’a bajêr, li herêma ku şitil bên çandin, bi kepçeyeke aydê şîrketeke taybet, xebatên kolandinê dike. Tevî kolandinê, li cihê ku tabela lê bê danîn, du stûnên beton hatin çêkirin.    Serokê MHP’a Amedê Cîhan Kayaalp jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku li cihê ku daristan were çêkirin, lêkolîn kirine.