Pênûsa wî li erdê nema! 2022-02-23 10:51:07   ÊLIH - Dayika rojnamevan Cengîz Altun ê 30 sal berê li Êlihê hat qetilkirin, Turkan Altun diyar kir ku pênûsa lawê wê li erdê nemaye û got: “Wê rojê ewladê min hat qetilkirin, lê niha bi hezaran ewladên min hene.”     Di salên 1990’î de li Batmanê “wezîfedarên” dewletê û hêzên paramîlîter ên girêdayî dewletê bi hezaran bûyerên faîl nediyar kirin û bi hezaran însan revandin, qetil kirin û winda kirin. Di wan salên metirsîdar de ku kes nikaribû derkeve derve, xebatkarên çapemeniya kurd û azad li ser kar bûn û ji bo rastiya ragihînin bêtirs û bêxof geşedanan dişopandin û dinivîsandin û belav dikirin. Nûçegihanê Batmanê yê rojnameya Yenî Ulke Cengîz serê sibeha 24’ê Sibata 1992’yan dema ji malê diçû şopandina nûçeyekê li naverasta kuçeyê hat qetilkirin û bû qûrbanê van cînayetên tarî. Tevî ku 30 sal di ser kuştina Altun re derbas bû jî hêj kujerên Altûn nehatine dîtin. Dosyeya kuştina Altun jî wek dosyeyên din bi salan e di refikên tozgirtî de tê sekinandin.    LI NAVERASTA KUÇEYÊ TÊ QETILKIRIN    Altun di 9’ê tîrmeha 1968’an de li gundê Hesarê yê bi ser navçeya Kercewsa Êlihê ve tê dinê. Dibistana seretayî, navîn û lîseyê li Kercewsê qedand. Di sala 1990’î de li Beşa Motorê ya Dibistana Pîşeya Bilind a Êlihê qeyda xwe çêkir. Altun dema hêj xwendekar bû di sala 1991’an de bi belavkirina rojnameya Yenî Ulkeyê ku heftane dihat weşandin de dest bi rojnamevaniyê kir. Wextê ku Altun dest bi rojnamevaniyê dike heyamek ku êrişên kontragerîla li ser hev pêk dihatin bû. Ji ber vê yekê hêzên tarî yên li ser her tim gef li Altun dixwarin. Li ser van gefan serî li Serdozgeriya Komarê ya Êlihê da û gilî kir lê tu encam jê derneket. Piştî serlêdanê bi 3 mehan Altun hat qetilkirin. Kujer ji cihê bûyerê bi awayek serbest ji cihê bûyerê dûr bûn. Welatî Altun ê bi giran birîndar dibe radikin nexweşxaneyê lê tevî hemû mudaxileyan jî jiyana xwe ji dest dide.    DEMANÇE HAT DÎTIN LÊ KUJER NEHAT DÎTIN    Piştî kuştina Altun bi salekê li ser rêya Amed-Mêrdînê li Xaçerêya gundê Kilvanê polîsên girêdayî Midûriyeta Polîsan a Amedê ku kontrola rê dikirin, li ser kesê bi navê Îsmaîl Emsen demançeyek bi qasî 9 mîlîmetre ku bêrûhsat bû zeft kirin. Di lêkolîna balistik de ku hat kirin, hin guleyên ku Altun pê hatiye kuştin ji vê demançeyê hatine berdan. Îsmaîl Emsen ê îfadeyên wî hat girtin wiha gotibû: “Ez alîgirê Hîzbullahê me û ji b xwe biparêzer demançeyê ji birayê xwe Metîn Emsen girtiye.” Emsen li şûna cînayetê ji sûcê ku demançeya bêrûhsat li ser xwe gerandiye hat girtin. Ji wê demê şûn ve polîsan ne wî Metîn Emsen dîtin ne jî derbarê wî de lêpirsînek berfireh kir. Îsmaîl Emsen jî piştî demek şûn ve serbest hat berdan.    Di “Qezaya Susurlukê” de ku têkiliyên dewet-siyaset-mafyayê hatibû eşkerekirin. Serokê Desteya Teftîşê ya Serokwezîriyê têkildarî Susurlukê raporek hatibû amadekirin. Di raporê de kuştina Altun û rojnamevanên din ên li bakurê Kurdistanê hatibûn kuştin têde cih digirt.    KELÛPELÊN LI PEY WÎ MANE    Li gel ku 30 sal bi ser qetilkirina Altun re derbas bûye jî hêj êş û kula dayik û malbata wî wek duh taze ye. Dayika Altun, Turkan Altun a 74 salî behsa rojên xebata Cengizê xwe dike û hêj kelûpelên wî vedişêre û pê sebra xwe tîne. Dayik her ku li van kelûpelên Cengizê xwe dinêre xemgîn dibe, hêsir ji çavên wê dibarin. Di nav kelûpelan de lênûska têbiniyan, heste, kupurên rojnameyan, wêne, cixare û gelek tiştên din hene.   ‘QATIL TIRSONEK BÛN’    Altun da zanîn ku heke dewlet bixwaze dikare kujeran derxe holê û dibêje çima dosyeya lawê wê di wan refikên gemargirtî de tê sekinandin. Altun diyar kir ku hêviya wan ji serlêdana Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) heye û ew ê heta dawiya jiyana xwe ji kujeran hesab bixwaze. Altun anî ziman ku ew li pey nirx û baweriya lawê xwe ye û got: “Mirovên me direvandin û qetil dikirin. Heyamek tarî û nexweş bû. Her roj ji gelek cihan xeberên nexweş û kuştinê dihatin. Cengîz û hevalên xwe ji kuştin, revandin û windakirinê neditirsîn. Çimkî wan dixwest rastiya ji xelkê re bêjin. Lê tehamulî rastiyan nekirin û bêbextan Cengizê min qetil kir. Piştî qetilkirina Cengiz, meleye taxa me revandin û îşkence lê kiribûn. Min ji maliyan re digot, heke Cengizê min sax bûya wê nûçeya mele çêbikira. Ew qet netirsiya lê yên wî kuştin tirsonek bûn.”    KÊLIYA KU CENGÎZ TÊ KUŞTIN   Altun wiha behsa wê roja ku lawê wê hat kuştin kir: “Êvarê ji Midyadê hatibû. Serê sibê zû rabû û du sê gep tiştek avêt devê xwe û ecele ji malê derket. Ez heta ber derî pey ketim, min gazî kir ku taştêya xwe têr bixwe. Lê min wî zeft nekir. Bi hezkirina nûçeyê ew derket û çû… Kêliyek di navberê de derbas bû, min hawar û qîrîna cîranê me bihîst. Her kesî qîr dikir û digot, ‘li Cengîzê me xistin e’. Min dilê xwe xweş dikir, min digot tiştek wiha tune ye. Lê belê li Cengizê min xistibûn. Hêj ew kêlî ji bîra mina naçe. Delalîkê ber dilê min qetil kiribûn û wî di nava xwînê de hiştibûn.”    ‘PÊNÛSA WÎ LI ERDÊ NEMA’    Altûn destnîşan kir ku pênûsa lawê wê li erdê nema û hevrêyên lawê wê armanca xwe birin serî û got: “Wê rojê ewladê min hat qetilkirin, lê niha bi hezaran ewladên min hene. Ez çavê hemû xebatkarên çapemeniya azad yek bi yek maçî dikim. Hûn hemû Cengizê min in.”    MA / Fethî Balaman