Ji ber peyva ‘Kurdistanê’ derheqê Leyla Guven de lêpirsîn dan destpêkirin 2022-02-23 12:22:25   AMED - Serdozgeriya Komarê ya Çewlikê bi hinceta peyva “Kurdistanê” derheqê Hevseroka KCD’ê Leyla Guven de lêpirsîn dabû destpêkirin. Hat zanîn ku lêpirsîn bi dawî bûye û biryara dozvenekirinê hatiye dayîn.    Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven ku li Girtîgeha Jinan a Xarpêtê tê ragirtin, di 20’ê mijdara sala 2020’an de beşdarî bernameyeke zindî ya li Çewlikê bûbû. Hat zanîn ku Serdozgeriya Komarê ya Çewlikê jî bi hinceta bi kar anîna peyva “Kurdistanê”, derheqê Guven de lêpirsîn daye destpêkirin.    Di bernameyê de Guven wiha dibêje: “Ez hatim Çewlikê. Sibe jî civîna me ya bi gel re heye. Belê, ev civînên me yên bi gel re, bi rojane berdewam in. Her wiha li Kurdistanê em gelek xebatan dimeşînin, bi gel re dicivin. Em, ji bo ku silavekî bidin xelkê Çewlikê hatin vêderê.”    Ji ber van gotinên Guven, serdozgeriyê bi îdiayên “propagandaya rêxistinê kiriye” lêpirsîn dabû destpêkirin û Guven îfade dabû. Di îfadeya xwe de Guven destnîşan kir ku peyva “Kurdistanê” di wateya herêmê de bi kar aniye.    Serdozgeriyê lêpirsîna xwe qedand û diyar kir ku peyva “Kurdistanê” ber sûcê “propagandaya rêxistinê” nakeve û biryara dozvenekirinê da.