Malbatên girtiyan nobeda xwe birin ber derê ATK'ê 2022-02-23 13:27:32 AMED - Malbatên girtiyan, di roja 100'emîn a nobeda xwe de li ber derê ATK'ê hatin gelhev û ev bang kirin: "Qanûnan pêk bînin û zarokên me bidin me."   Malbatên girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hatiye şewitandina li Baroya Amedê nobeda edaletê dabûn destpêkirin, di roja 100'emîn a nobeda xwe de li ber Saziya Tipa Edlî (ATK) hatin gelhev. Endam û rêveberên Rêxistina HDP'ê ya Amedê, MEBYA-DER, TUHAY-DER û MED TUHAD-FED'ê jî hatin ber derê ATK'ê û xwestin piştgirî bidin malbatên girtiyan. Lê polisan qadê dorpêç kir û destûr neda nûnerên rêxistinên sivîl tevlî daxuyaniyê bibin.    SIBÊ LI BER EDLIYEYÊ NE   Ji xizma girtiyan Reşahat Ada, li ber derê ATK'ê bang kir û bertek nîşanî dorpêç û astengkirina polisan da. Ada, destnîşan kir ku di roja 100'emîn a nobeda xwe de ne û ev tişt got: "Bila zextên li ser zarokên me bi dawî bibin. Înfazê wan neyên şewitandin. Em naxwazin cenazeyên zarokên xwe bigirin. Em aştî û edaletê dixwazin. Em dayik in û ji bo edaletê di nobedê de ne. Dilê me dişewite. Sibê jî em ê li ber avahiya Edliyeyê bên gelhev û li vir em ê daxwazên xwe yên edaletê dubare bikin."   'QANÛNAN PÊK BÎNIN'   Xizma girtî Încî Guler jî heman daxwazan kir û sedema ku li ber ATK'ê daxuyanî didin jî wiha aşkera kir: "Tehlîl çibe bila kirarî li gorî wê bên kirin. Em naxwazin cenazeyên xizmên xwe ji ATK'yan bigirin. Rexmî ku 30 sal in girtî ne xizmên me nadin me. Qanûnan pêk naynin. Qanûnan pêk bînin û zarokên me bidin me."   'EM DAXWAZA MAFÊ ZAROKÊN XWE DIKIN'   Xizma girtî Nazîme Boltan jî bertek nîşanî astengkirina piştgiriya ji bo daxwaza wan da û ev tişt got: "Edalet û qanûneke wiha dibe? Em daxwaza maf û hiqûqê zarokên xwe dikin. Edalet, edalet, edalet..."   Daxuyanî bi dûrişmeya "Bijî berxwedana zindanan" û "Maf, hiqûq û edalet" bi dawî bû.