Ji ber parvekirina 'Denîz Poyraz' li endamê PEN'ê Yavûzel doz vekirin 2022-02-23 16:09:52   RIHA - Ji ber parvekirina wî ya têkildarî Denîz Poyraz bi angaşta "heqareta li serokkomar" derbarê Endamê PEN'ê Gokhan Yavûzel de doz hat vekirin.     Lêpirsîna ku ji ber parvekirina wî ya têkildarî Denîz Poyraz a li avahiya HDP'ê ya Bajar a Îzmîrê hatibû kuştin li Endamê PEN'ê Gokhan Yavûzel hatibû destpêkirin, temam bû. Serdozgeriya Komarê ya Rihayê, ji ber parvekirina wî ya "Tetikkêşê Poyraz Dewlet Bahçelî û pêdankirin jî Erdogan e. Erdogan dewleta çete veguherand dewleta mafyayê." bi angaşta "heqareta li serokkomar" derbarê Yavûzel de doz vekir. Doznameya ku hat amadekirin ji aliyê 4'emîn Dadgeha Cezaya Esliyeyê ya Rihayê ve hat qebûlkirin.    Wê danişîna yekemîn a dozê di 10'ê gulanê de li 4'emîn Dadgeha Cezaya Esliyeyê ya Rihayê bê dîtin.