Nobeta Edaletê: Bila girtiyên nexweş bên berdan 2022-02-23 14:14:13   ÎZMÎR - Malbatên Nobeta xwe ya Edaletê dimeşînin, diyar kirin ku divê girtiyên nexweş demildest bên berdan.    Çalakiya Nobeta Edaletê ku malbatên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin bên berdan li Baroya Îzmîrê dane destpêkirin di roja 9’emîn de ye. Malbatan dowizên “Ji girtiyên nexweş re azadî” û “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” hilgirtin.    DEWLET JI DAXWAZÊN WAN RE KOR Û LAL E   Li ser navê malbatan dayika girtiyê nexweş Mehmet Nezîr Gumuş ê li Girtîgeha Bandirma ya Balikesîrê tê ragirtin, Hanîfe Gumuş, diyar kir ku dewlet ji daxwazên wan re kor û lal e û wiha got: “Ji bo zarokên xwe, Serokê xwe û hemû gelê xwe li vir rûdinin. Em ji bo herkesê di zindanê de ne azadiyê dixwazin. Bila Aysel Tûglûk û hemû girtiyên nexweş bên berdan. Em naxwazin ji girtîgehan cenaze derkevin. Em pişta xwe nadin doza xwe, zarokên xwe û Serokê xwe. Em naxwazin kes bimire.”