AHAD-DER’ê bi stranan êriş şermezar kir 2022-02-23 16:54:22 EDENE - Şaxa AHAD-DER’ê ya Edeneyê êrişa ku li dijî Rêxistina HDP’a Yuregîrê hatibû kirin, bi stranan şermezar kir.  Komeleya Elewiyên Gelê Ereb (AHAD-DER) serdana Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Navçeya Yuregîra Edeneyê ku di 16’ê Sibatê de êriş lê hatibû kirin, kir. Hevserokê HDP’a Yuregîrê Dûrmaz Ozmen, diyar kir ku tevî dîmenên kamerayan jî ne Walitiyê ne jî miduriyeta polîsan hêj tu daxuyanî nedane û wiha got: “Tevî ku giliya me heye jî em aqûbeta lêpirsînê nizanin. Em îro li miduriyeta polîsan geriyan. Ji me re gotin ‘em nikarin di telefonê de agahiyê bidin’. Em li bendê ne ku walîtî û miduriyeta polîsan daxuyaniyê bide.”   Di serdanê de endamên AHAD-DER’ê bi stranan êriş şermeza kirin û xwestin demildest êrişka bên dîtin û cezakirin.