Kolanên Amedê di bin avê de man 2022-02-23 18:29:12     AMED - Li Amedê ji ber baranê, li ser rêya ber bi Rihayê ve diçe lehî rabû. Rê di bin lehiyê de ma, wesayît di rê de asê bûn.    Îro danê êvarî baranek zêde li Amedê bariya. Ji ber loxerên avê xitimandîbûn, li texma Sîteya Pîşesaziyê ya 3'yan li ser Rêya Rihayê lehî rabû. Ji ber lehiyê wesayît di rê de asê bûn.     Heya niha hê jî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya qeyûm tayinî wê hatiye kirin ji bo lehiya rabû û tehliyekirina avê tu tişt nekiriye.