Amedsporê, Kirklarelîsporê têk bir 2022-02-23 19:27:06   AMED – Amedsporê li qada xwe Kirklarelîsporê 1-0 têk bir.    Amedspor ku di Koma Spî ya Lîga 2'yan a Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyeyê (TTF) de ji bo şampiyonayê li ber xwe dide, di hefteya 27'an a lîgê de li qada xwe Kirklarelîsporê kir mêvan. Amedsporê, Kirklarelîsporê 1-0 têk bir û ji bo Play ofê serketineke pir girîng bi dest xist.    Lîstik li Stdyûma Amedê ya nû hat lîstin. Gelek alîgirên Amedsporê çûn stadyûmê û ji bo piştgiriya Amedsporê bikin, awaz vedan.    Amedsporê hê di destpêka lîstikê de ji bo serketinê xwe da der. Piştî lîstik dest pê kir, di deqeya 2'yan de Merva Çelîk golek avêt û tîma xwe 1-0 bi ser xist.    Ji Kiriklarelîsporê Fûrkan Fehmî Guneş jî di deqeya 24'an de cara dudoyan karta zer xwar û ji lîstikê hat derxistin.    Lîstik bi 1-0 bi dawî bû.    Bi vî awayî Amedsporê pûanê xwe kir 39 neh û cihê xwe, rêza 4'emîn a di lîgê de, saxleme kir.