ROJEVA 24'Ê SIBATA 2022'YAN 2022-02-24 09:00:40 * Jinên kurd bi parastina xwe ya cewherî ve li dijî aqilê mêr-dewletê yê bisazûman, bûn hêza çareseriyê. Hevseroka HDP’a Amedê Gulistan Atasoy diyar kir ku dirûşma jinên kurd a “Jin, jiyan, azadî” ji bo hemû cîhanê hêviyek çêkiriye û wiha got: “Tu têkoşîneke ku jin tê de kirde nebe, nikare veguhere têkoşîneke civakî.”  * Hevseroka MED-DER’ê Şîlan Elmas Kan diyar kir ku ji bo zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û fermî dê di Newroza îsal de referandûma daxwaza ziman bikin. Berdevkê PZK’ê Şerefxan Cizîrî jî banga nasîna statûya zimanê kurdî li muxalefetê û desthilatê kir.    * Serokê Komeleya Mîllî Beka Hareketiyê yên şaxên Şirnexê û Cizîrê Halît Barkin, destnîşan kir ku di gendelîya bi qasî 4 milyon TL'yî de ew ne bi tenê bûye û xwe bi "Tifaqa Cumhûrê" parast.    * Rûsyaya ku Donetsk û Lûganskê bi awayekî fiîlî xist bin kontrola xwe, bi NATO'yê re pokerê dilîze. Tê gotin, dibe ku ev rageşiya li Donbassê sîrayetî bajarên din ê Ûkraynayê jî bike.    * Parêzer Çîgdem Sevîmlî, got: "Aysel Tûglûk bû sembola teşhîrkirina bêhiqûqîtiyên vê dawiyê."    * Serokê Odeya Dermanfiroşan a Enqereyê Taner Ercanli, anî ziman ku ji ber zêdebûna kûra dowîzan peydakirina dermanan pir zehmet bûye.    * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar wê di roja 353'yemîn de berdewam bike.    * Danişîna doza rojnamevan Îrfan Tuncçelîk, Umît Turhan Coşkun û dayikên aştiyê dê li Dadgeha Çaglayana Stenbolê bê lidarxistin. (10.00)    * Danişîna doza rojnamevan Kîbriye Evren dê li Dadgeha Amedê bê lidarxistin. (10.00-17.00)   * Danişîna doza Cîgira Hevserokên Giştî ya ESP'ê Beycan Taşkiran dê li Dadgeha Amedê were lidarxistin. (10.00-17.00)   * MEBYA-DER'a Êlihê dê li eywanek dawetê kongreya xwe ya 2'yemîn pêk bîne. (11.00)   * Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay dê li Navenda Giştî ya partiya xwe derbarê mijarên di rojevê de civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.00) ZINDÎ   * Şaxa OHD'a Stenbolê dê ji bo Aysel Tugluk û girtiyên nexweş li ber Edliyeya Stenbolê Nobeda Edaletê bigire. (11.30)   * Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê dê li dijî bihakirina ceyran, gaza xwezayî û tiştên pêdiviyên jiyanê li ber Parka Ataturkê daxuyanî bide. (12.30)   * Meclîsa Jinan a HDP'a Stenbolê bi boneya 8'ê Adarê wê li Bakirkoyê bi rêya PTT'ê kartan ji girtiyên jin re bişîne. (13.00)   * Nobeda Edaletê yên malbatên girtiyan ên li Amed, Wan û Îzmîrê dê berdewam bikin. (13.00-16.00) ZINDÎ   * Meclîsa Ekolojiyê ya HDK'ê wê bi dirûşma "Ne ji bo sermayê ji bo Îzmîrê av" starta kampanyayê li avahiya HDP'a Îzmîrê bi civînek çapemeniyê bide. (13.00)   * Nûçegihanê rojnameya Yenî Ulkeyê yê Êlihê Cengîz Altun ê di 1992'yan de hat qetilkirin, li ser gora xwe bê bibîranîn. (15.00)