Parêzer Sevîmlî: Tûglûk bû sembola teşhîrkirina bêhiqûqîtiyê 2022-02-24 09:07:13 AMED - Parêzer Çîgdem Sevîmlî, got: "Aysel Tûglûk bû sembola teşhîrkirina bêhiqûqîtiyên vê dawiyê."  Siyasetmedar Aysel Tûglûk ku li Girtîgeha Kandira ya Kocaeliyê ya Tîpa F'yê nexweşîna demansê lê peyda bûye ji ber rapora "dikare di girtîgehê de bimîne" ya Saziya Tiba Edlî (ATK) nayê berdan.    Ji Baroya Amedê Parêzer Çîgdem Sevîmlî, neberdana Tûglûkê û rapora dawî ya ATK'ê ya derbarê Tûglûkê de nirxand.    'NIKARE DI GIRTÎGEHÊ DE BIMÎNE'   Parêzer Sevîmlî, bilêv kir ku piştî êrişên nijadperest ên li hemberî cenazeyê dêya wê tenduristiya Tûglûkê xirab bûye û got: "Tûglûkê demeke dirêj ji bo vê rewşa xwe bi kesî re enaxivî. Ez wisa difikirim ewilî ji ber helwesta xwe ya polîtîk bi kesî re xeber nedaye. Paşê teşxîsa demansê hat danîn. Ev nexweş ne nexweşîneke ku di girtîgehê de baş bibe. Nexweşîneke ku divê li derve bê tedawîkirin."    Sevîmlî, bibîr xist ku piştî vê parêzerên Tûglûkê doza taloqkirina înfaza wê kirine, lê daxwaza wan hatiye redkirin û paşê rewşa wê neqlî ATK'ê hatiye kirin.    BIRYARÊN ATK'Ê   Sevîmlî, destnîşan kir ku ATK saziyeke ku di warê zanistî û teknîkî de serî lê tê dayîn û got: "Lê pratîka wê ya heya niha ne bi vî awayî ye. ATK, saziyeke girêdayî Wezareta Dadê ye û Wezareta Dadê jî organeke erka birêvebirinê ye. Niha em dizanin bê li Tirkiyeyê rêvebirin di destê kê de ye. Girêdayî îqtidara heyî ye û hemû endamên wê jî ji aliyê serokkomar ve tên tayinkirin. Yanî saziyeke ku rasterast girêdayî îqtidara siyasî ye û lewma dayina wê ya raporeke zanistî û bêalî ya ji bo kesekî xwedî fikireke siyasî ya cuda cihê nîqaşê ye."    TÊKOŞÎNA TÛGLÛKÊ   Sevîmlî, destnîşan kir ku Tûglûk, kurd, elewî û di heman demê de parêzer e û got: "Hemû nasnameyên ku ev pergal wan qebûl nakin di xwe de dihewîne. Pir aşkere ye ku tiştên hatine serê wê girêdayî van nasnameya ne. Ji hevserokên ewil ên damezrîner ên DTK'yê yek jê ew e. Ji bo wekheviyê pir têkoşiya û ew daxilî nav mecraya siyasî kir. Yanî hêla wê ya jinbûnê jî tê darizandin û sedemeke vê pêvajoyê jî ev e."    REWŞA GIRTIYÊN NEXWEŞ   Sevîmlî, destnîşan kir ku mafê tenduristî û jiyanê di qanûna bingehîn de hatiye mîsogerkirin û lewma divê ev maf bên parastin. Sevîmlî got: "Rewş ji bo girtiyên nexweş jî pir bi pirsgirêk e. Ev yek dike ku her roj hejmara girtiyên nexweş zêdetir bibe. Li Tirkiyeyê bi awayekî fermî cezayê mirinê tune ye, lê ev tişta li girtîgehan tê kirin pratîka cezayê mirinê ye. Ger wisa bidome mixabin dê hejmara miriyan zêdetir bibe. Demildest divê di vî warî de ewilî xebatên pêdivî bi wan hene bên kirin."    'BILA BÊHIQÛQÎTÎ BI DAWÎ BIBE'   Sevîmlî, destnîşan kir ku ji xeynî girtîgehan li gelek qadên din jî bêhiqûqîtî rû didin û got: "Di mijara girtiyên nexweş de bêhiqûqîtiya li ser bêhiqûqîtiyê tê kirin. Demildest divê saziya bi navê ATK'ê peywira xwe bibîr bîne û raporaên zansitî û bêalî amade bike." Sevîmlî, bilêv kir ku rewşa Aysel Tûglûkê ji ya girtiyên nexweş ên din ne pir cuda ye û got: "Bû sembola bêhiqûqîtiyên vê dawiyê. Em dixwazin ev bêhiqûqîtî bi dawî bibin."    MA / Eylem Akdag