Ercanli: Em di peydekirina dermanan de zehmetiyê dikişînin 2022-02-24 09:08:35 ENQERE - Serokê Odeya Dermanfiroşan a Enqereyê Taner Ercanli, anî ziman ku ji ber zêdebûna kûra dowîzan peydakirina dermanan pir zehmet bûye.  Kûra ji bo dermanan hat rojanekirin. Par kûra euro ji bo fîyetê dermanan 4,57 TL bû, lê îsal bû 6.29 TL. Bi vî awayî fiyetê dermanan jis edî 37 biha bû. Serokê Desteya Rêvebir a Odeya Dermanfiroşan a Enqereyê Taner Ercanli, têkildarî fiyetên dermanan de axivî.    ‘DIVÊ DERMAN BÊN PEYDEKIRIN'   Ercanli, diyar kir ku divê derêam bi rihetî bên peydekirin û got: "Derman bereke girîng e û em dixwazin bi rihetî bên peydakirin. Divê astengiyên li ber peydekirina dermanan bên rakirin. Pergalên ku em piştgiriya wan dikirin, pergalên van astengiyan rakin bi xwe ne. Fiyetê dermanan ne dermanfiroş, ji aliyê Wezareta Tenduristiya ve tên diyarkirin."    ‘EM PÊGIRTIYÊN DERVE NE'   Ercanli, bilêv kir ku li seranserê cîhanê ji 45 an jî 50 welatên ku dermanan hildiberîne yek jê jî Tirkiye ye, lê piraniya dermanan jî îthal dike. Ercanli got: "Tirkiye pêgirtiyê derve ye. Divê ev pêgirtîbûn ji holê bê rakirin. Ji ber ku em dermanan hilnaberînin, em bi pirsgirêkên mezin re rû bi rû dimînin."    Ercanli, destnîşan kir ku ji ber vê di warê peydekirina dermanên orijînal ên ji derveyî welêt tên de bi pirsgirêkên mezin re rû bi rû dimînin û got: "Welat nikare dermanên xwe hilberîne. Derman a kîjan komê be bila bibe, lê ev meseleyek pir cidî ye. Dermanê herî biha û biqîmet, dermanê kêmpeyda ye. Gava em dermanan kategorîze bikin, em dikarin behsa gelek koman bikin. Ji dermanên pençeşêrê bigirin heya dermanên diyabetê gelek derman li piyaseyê nayên peydakirin. Geşedanên piştî pandemiyê rû dan, zêdebûna kûra dowîzan û enflasyonê, di warê dermanên xwecihî de bûn cihê pirsgirêkên pir girîng. Ev bihabûna dermanan bi temamî girêdayî krîzê ye. Em dermanfiroş li cem gel in. Em ê her tim xizmeta wan bikin."    Ercanli, diyar kir ku divê hemû astengiyên burokratîk ên li ber peydakirina dermanan bên rakirin û got: "Gava nexweş bên dermanxaneyê em dixwazin dermanên di reçeteyê de hemûyan peyda bikin. Dixwazin astengiyên burokratîk ên li ber wan bên rakirin. Ya ku vê astengiyê rake jî wezaret an jî SGK ye. Em dermanfiroş di warê pêgirtîbûna derve de tevdigerin. Ger pêşiya pergalan bê vekirin, em ê karibin dermanên xwe bi xwe çêbikin. Em êdî divê li gel dermanên jenerîk ên teknolojîk jî çêbikin."