Gardiyanan gefa ‘em ê serê we jê bikin’ li girtiyan xwar 2022-02-24 09:09:48 STENBOL - Girtiyê bi navê Hamgîn Karakaş ku li Girtîgeha Bolvadînê tê ragirtin da zanîn ku wan zexta guherandina qawîşan qebûl nekirine û li ser vê yekê jî gardiyanan gefa “em ê serê we jê bikin” li wan xwariye.  Girtiyê bi navê Hamgîn Karakaş ku li Girtîgeha Tîpa T a Bolvadîn a Afyonkarahîsarê tê ragirtin, têkildarî binpêkirinên li girtîgehê li ser telefonê bi malbata xwe re axivî. Karakaş da zanîn ku gardiyanan ew û hevalê wî bi darê zorê derbasî qawîşa serbixwe kirine, gef li wan hatine xwarin û rastî tundiyê hatine. Dayika Karakaş, Cemîle Karakaş tiştên ku bi serê kurê wê hatine vegotin.  Karakaş diyar kir ku duh bi kurê xwe re axiviye û ev agahî dan: “Kurê min got ku bi darê zorê derbasî qawîşa kesên serbixwe hatine kirin. Li wê derê tiştên bi dilê gardiyanan nekirine lewma jî kurê min hatiye îşkencekirin. Jimartina leşkerî li kurê min ferz dikin. Ji bilî Hamgîn û hevalê wî, hemû kesên din ên li qawîşê bi gotinên gardiyanan dikin. Bi darê zorê dixwazin bi kurê min jî bidin kirin lê qebûl nake.”    NÎZAMA LEŞKERÎ FERZ DIKIN   Karakaş destnîşan kir ku kurê wê ji ber ku destê xwe daniye ser maseyê, rastî gefa gardiyanan hatiye û wiha domand: “Di dema jimartinê de kurê min destê xwe daniye ser maseyê. Gardiyanan ji kurê min re gotiye; ‘tu dê di nîzanam leşkerî de bisekinî’ û xwestine ku destê xwe li ser maseyê rake. Kurê min jî jê re gotiye; ‘ez ne leşkerê we me, ez girtiyekî edlî nînim lê siyasî me. Hûn nikarin van sepanan li ser min ferz bikin. Ez van sepanan qebûl nakim.’ Piştre jî çendek gardiyanên din jî hatine, kurê min û hevalê wî kelemçe kirine û ji qawîşê derxistine. Piştre jî her du li erdê dirêj kirine û wiha jê re gotine; ‘Hûn dê bi xeberê me bikin. Nexwe dê serê we jê bikin. Yên din mîna leşkerên me bin tevdigerin. Hûn jî dê mîna wan tevbigerin.’ Bi van gotinan gef lê hatiye xwarin.”    EWLEHIYA WAN A JIYANÊ NÎNE    Di berdewamê de jî Karakaş got ku kurê min xwestiye ku yan ew ji qawîşa serbixweyiyan bên derxistin an jî serbixweyî ji wê qawîşê bên derxistin û wiha pê de çû: “Lê ev daxwaza wan nehatiye qebûlkirin. Hamgîn got ku xetere li ser jiyana wan heye û divê di zûtirin dem de şandeyek biçe girtîgehê. Hefteya din ez çûm serdana kurê xwe. Ser û çavên wî werimî bûn. Her wiha di dema hevdîtina vekirî de jî 11 gardiyan li derdora me disekiniyan. Lewma min nekarî bi rehetî bi kurê xwe re biaxivim.”    MA / Dîren Yurtsever