Enqere civîna bilind a ewlehiyê li dar dixe 2022-02-24 10:28:30   ENQERE - Piştî destpêkirina êrişa Rûsyayê ya li ser Ûkraynayê Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan biryar da ku li Beştepeyê civîna bilind a ewlehiyê li dar bixe.    Rûsyayê, îro bi fermana Serokdewlet Vladîmîr Pûtîn li dijî Ûkraynayê dest bi êrişeke mezin kir. Rexmî ku heta niha gelek welatên NATO û Yekitiye Ewropayê jî bertek nîşanî êrişê dane û diyar kirine ku wê bersiva Rûsyayê bidin jî ji Tirkiyeyê heta niha derbarê êrişê de tu daxuyanî nehatine dayîn. Tenê hat ragihandin ku Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan biryar daye ku saet di 11.00'an de li Qesra Serokkomariyê ya li Beştepeyê civîna bilind a ewlehiyê li dar bixe.    Piştî vê civînê tê payîn ku Tirkiye aliyê xwe diyar bike û derbarê mijarê daxuyanî bide.