Malbata Şenyaşar: Em ê li her derê biqîrin 2022-02-24 10:58:27 RIHA - Malbata Şenyaşar a Nobeta xwe ya Edaletê didomîne, diyar kir ku heta edalet were, wê li her derê biqîrin.  Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar li pêş Edliyeya Rihayê daye destpêkirin, di roja 353’yemîn de berdewam dike. Çalakiya nobetê ku dayika Emîne Şenyaşar ji ber nexweşiya xwe nikarî tevlî bibe, Ferît Şenyaşar didomîne.    Malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ev peyam parve kir: “Nobeta me ya li pêş Edliyeya Rihayê di roja 353’yemîn de ye. Yekane armanca me ewe ku serweriya hiqûqê pêk bînin û zexta li ser dozgerên ku dibêjin ‘Tiştek ji destê me nayê’ bidin rakirin. Heta edalet were, em ê li her derê qêrîna heq bidomînin.”