Şandeya HDP'ê bi Josep Borrell re civîn li dar xist 2022-02-24 11:35:22 NAVENDA NÛÇEYAN - HDP ji bo krîza Ukrayna hewldana xwe ya ji bo aştiyê didomîne. Şandeya HDP'ê bi Nûnerê Payebilind ê Karûbarê Derve yê Ewropayê û Polîtîkaya Ewlehiyê Josep Borrell re rûnişt.  Şandeya HDP'ê ku ji Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar, Hevberdevkên Komîsyona Karûbarê Derve Feleknas Uca û Hişyar Ozsoy û Nûnerê HDP'ê yê Ewropayê Devrîş Çîmen pêk dihat, bi Payebilind ê Karûbarê Derve yê Ewropayê û Polîtîkaya Ewlehiyê Josep Borrell re, li Brûkselê rûnişt.   Li Brûkselê ku ji bo krîza Ukraynayê gelek hevdîtinên dîplomatîk lê dibin, şandeya HDP'ê xebatên xwe yên aştiyane didomînin. Sancar got ji bo ku krîza Ukraynayê çareser bibe HDP destekê didin hemû hewldanên bi aştî û dîplomatîk, bang li aliyan kir ku pirsên xwe bi diyalog û muzakereyan çareser bikin.   Di civîna HDP'ê û Borrell de têkiliyên Tirkiyê û Ewropayê, demokrasî û pirsgirêka kurd, êrişên li ser HDP'ê û doza girtinê, bicihneanîna biryarên DMME'yê, hilbijartina li Tirkiyê ku nêzîk dibe û xebatên tifaqê hatin nîqaşkirin.