Tirkiyeyê li ser rêya Qamişlo û Amûdê wesayîtek bombebaran kir 2022-02-24 12:59:54   NAVENDA NÛÇEYAN - Balafireke bêmirov a Tirkiyeyê li ser rêya Qamişlo-Amûdê wesayîtek bombebaran kir. Hat zanîn ku di encama êrişê de 4 kes birîndar bûn.    Hêzên artêşa Tirkiyeyê li ser rêya di navbera Qamişo-Amûdê bi SÎHA’yan wesayîtek bombebaran kir. Li gorî agahiyên çavkaniyên ANHA’yê, di encama êrişê de 3 jê jin bi giştî 4 kes birîndar bûn.   Navên welatiyên di êrişê de birîndar bûyîn wiha ne: Daliya Şêxmûs (20), Roza Hemo (38) û Menîfe Himêdî (33). Navê kesê din ê di êrişê de birîndar bûyî nehat zanîn.