Di lêpirsîna derbarê Rojnameger Çelîk de biryara neşopandinê hat dayîn 2022-02-24 13:18:24 STENBOL - Di lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Dîlokê derbarê Midurê Karên Nivîsan ê ajansa me Ferhat Çelîk de dabû destpêkirin de biryara neşopandinê hat dayîn.    Serdozgeriya Komarê ya Dîlokê, bi hiceta hin nûçeyên me derbarê Midurê Karên Nivîsan ê ajansa me Ferhat Çelîk de lêpirsîn dabû destpêkirin. Di çarçoveya vê lêrpirsînê de di 4'ê çileyê de rojnameger Çelîk hatibû binçavirin û piştî binçavkirina rojekê hatibû berdan. Dema binçavkirina xwe Çelîk bi weşandina 16 nûçeyên ajansê hatibû sûcdarkirin. Lêpirsîna derbarê Çelîk de bi dawî bû û biryara neşopandinê hat dayîn.