Civîna bilind a ewlehiyê bi dawî bû 2022-02-24 15:12:56   ENQERE - Civîna bilind a ewlehiyê ku di bin serokatiya Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan de hat lidarxistin, bi dawî bû.    Civîna bilind a ewlehiyê ku li Qesra Serkkomariyê ya Beştepeyê di bin serokatiya Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan de hat lidarxistin, bi dawî bû. Civîna ku ji ber êrişa Rûsyayê ya li dijî Ûkraynayê hat lidarxistin bi qasî saet û nîvekê berdewam kir. Alîkarê Serokkomar Fûat Oktay, Wezîrê Parastinê Hûlûsi Akar, Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû, Serfermandarê Artêşa Tirk Yaşar Guler, Serokê Rêxistina Îstixbaratê Neteweyî Hakan Fîdan, Serokê Ragihana Serokkomariyê Fahrettîn Altûn, Midurê Nivîsgeha Taybet a Serokkomariyê Hasan Doğan û Berdevkê Serokkomariyê Îbrahîm Kalin tevlî civînê bûn.