Heta komên agirkujiyê hatin cihê bûyerê, mînîbûs bi temamî şewitî! 2022-02-24 16:41:34   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Amedê agir berbû mînîbûseke rêwiyan. Ji ber ku komên agirkujiyê dereng hatin cihê bûyerê, mînîbûs bi temamî şewitî.    Li Xaçerêya Cadeya Talaytepe a li ser Rêya Rihayê ya Amedê, agir bi mînîbûsekê ket. Nehat zanîn bê ka çima agir vêketiye. Bi destpêkirina şewatê re ajokarê mînîbûsê û rêwî ji wesayîtê derketin. Piştî ku agir bi wesayîtê ketî, welatiyan agahî dan komên agirkujiyê. Lê belê komên agirkujiyê nîv saet piştre hatin cihê bûyerê û heta agir vemirandîn, wesayît bi temamî şewitî.    Bi şewitîna wesayîtê re aliyekî Rêya Rihayê heta demekî dirêj ji trafîkê re hate girtin. Lê piştre wesayît li ser rê hate rakirin û Rêya Rihayê dîsa ji hatin û çûna wesayîtan hate vekirin.